Di 24 saetan de 6 kes hatin kuştin

Li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawî de 6 kes hatin kuştin.

Di 24 saetan de 6 kes hatin kuştin
16 sibat, 2025   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Helebê 3 kes ku çend roj berê bi tawanan "Şêlandinê", ji aliyê komên çekdar ve hatibûn revandin hatin qetilkirin.

Li bajarê Ewrem El Coz ê gundewarê Idlibê 2 kes di êrişeke hewayî ya balafirên bê mirov a Koalîsyona Navneteweyî de hatin kuştin. Li gundewarê bakurê Helebê ya di bin dagirkirina çeteyên dewleta Tirk a dagirker de jî  kesek ji ber teqîna mayînên bermahiyên şer hat kuştin.

Li devera Rebwa yê bajarê Meyadîn ê Dêrazorê jî 3 zarok ji ber teqîna guleyên bermahiyên şer birîndar bûn.

(bb)