Hêzên gerîla ji hewayê li Tûgaya Rûbarokê xistin

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku yekîneyên wan ji hewayê ve li Tûgaya Sînor a 1'emîn a Rûbarokê ya artêşa Tikiriyeyê ya dagirker xist.

Hêzên gerîla ji hewayê li Tûgaya Rûbarokê xistin
12 sibat, 2025   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê wiha ye:

"Agahiyên berfireh ên çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Hêzên Parastina Hewayî;

11'ê Sibatê saet di 23:00 de Yekîneya Şehîd Dogan Zinar a ser bi Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 4 çalakî pêk anîn. Li bajarokê Rûbarokê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê Tûgaya Sînor a 1'emîn a Rûbarokê 2 caran, pîsta helîkopterê ya li vê tûgayê carekê û li heman herêmê Qereqola Mawan a li Hacîbegê jî carekê bi balafirên kamîkaze hatin bombekirin.

Ev çalakî weke bersiva li êrîşa dewleta Tirk a 27'ê Çileyê ya li Ranyayê hate kirin ku di encamê de hevrêyê me Azîz Koyluoglû û 4 mirovên me yên sivîl ên pê re şehîd bûn.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

10'ê Sibatê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

11'ê Sibatê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê bi çekên giran lê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Xakurkê;

10'ê Sibatê saet di 09:45'an de li Qada Berxwedanê ya Sinînê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Hêmin hate xistin. "

(k)