`Hemas wê plana Trump ya ji bo Xezayê erê bike`

Di raporên amerîkî de hate aşkerakirin ku Hemas meyla qebûlkirina plana serok Donald Trump a ji bo Xezayê dike û agahiya navbeynkar Misir û Qeterê ji vê yekê heye.

`Hemas wê plana Trump ya ji bo Xezayê erê bike`
30 îlon, 2025   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora CBS News, ku agahiyên xwe spartine, çavkaniyekî pêbawer, ragihand ku Hemas meyla qebûlkirina plana serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo Xezayê dike û bersiva xwe pêşkêşî navbeynkar Misir û Qeterê kiriye.

Li gorî çavkaniyan, piştî daxuyaniyên ku duh ji aliyê fermandarê Hemasê ve hatin dayîn û nîşan dan ku plan hîn ji wan re nehatiye pêşkêşkirin, lê Hemas niha nêzîkî qebûlkirina plana Trump bûye.

Çavkaniyekî filistînî diyar kir ku “Hemasê ji Qeterê rêzeşîrove xwestiye ku piştî radestîkirina dîlgirtiyên îsraîlî, şer careke din destpê nebe û daxwaz kiriye ku agahiyan li ser vekişîna artêşa Îsraîlê ji Xezayê jê re zelal bike”.

Beriya vê yekê, serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyanî dabû ku ew li bendê ne ku Hamas bi pêşniyarên aştiyê razî bibe. Trump diyar kir ku “heke Hemas di 3, 4 rojan de bersiv neda, Îsraîl dê tişta pêwîst bike”. Turmp destnîşan kir ku “heke Hemas plan erê nekir, dawî dê ne şad be”.

Serokê Amerîkayê eşkere kir ku ew vegerandina rehîneyan, “reftarên baş ji Hemasê û aştî li Rojhilata Navîn dixwazin”.

Di nava bendên plana Trump de agirbesteke bilez, serbestberdana hemû dîlên mayî û hejmarek girtiyên filistînî yên li Îsraîlê, bilezkirina alîkariya mirovî û veguhestina kontrola Xeza ji bo desthilatek demkî ya teknokratên filistînî ku ji hêla "konseya aştiyê" ya navneteweyî tê kirin, dihewîne.

Her wiha plana Trump piştî şer roleke yekser nade Desthilata Filistînê di rêvebirina Xezayê de lê dibêje dibe “Xeza bi awayekî ewle û çalak” piştî bicihanîna komeke rêforman, dîsa vegere bin kontrola desthilata Filistînê.

(ac/şx)

ANHA