Bi dîmen bendên hikumeta veguhêz li dora Eşrefiye û Lêremûnê

Nûçegihanên ajansa me tevgera hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li dora taxa Eşrefiyê û herêma Lêremûnê yên bajarê Helebê girtin. Di dîmenan de xuya dibe ku li ser rêyan barîkatên axê hatine bilindkirin û deverên sivîl û yên stratejîk ji bo xalên leşkerî veguhastine.

Bi dîmen bendên hikumeta veguhêz li dora Eşrefiye û Lêremûnê
Bi dîmen bendên hikumeta veguhêz li dora Eşrefiye û Lêremûnê
Bi dîmen bendên hikumeta veguhêz li dora Eşrefiye û Lêremûnê
Bi dîmen bendên hikumeta veguhêz li dora Eşrefiye û Lêremûnê
Bi dîmen bendên hikumeta veguhêz li dora Eşrefiye û Lêremûnê
Bi dîmen bendên hikumeta veguhêz li dora Eşrefiye û Lêremûnê
Bi dîmen bendên hikumeta veguhêz li dora Eşrefiye û Lêremûnê
Bi dîmen bendên hikumeta veguhêz li dora Eşrefiye û Lêremûnê
30 îlon, 2025   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên ajansa me dîmenên avakirina xalên leşkerî yên li ber parka Tariq Bin Ziyad a taxa Eşrefiyê û bilindkirina barîkatên axê li herêma Lêremûnê girtin.

Di dîmenan de xuya dibe ku hêzên hikumeta veguhêz di hundirê parkê de xalên leşkerî ava dikin.

Her wiha hin hêz di avahiyên li dora parkê û nexweşxaneya Fransî de jî cih girtine.

Di dîmeneke din de xuya dibe ku li herêma Lêremûnê ya rojavayê taxa Eşrefiyê wesayîtên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser rê, barîkatên axê bilind dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev tevger karê rêbendên kontrolê yên hevbeş ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê asteng dikin.

(mh/şx)

ANHA