Hegseth: Mîsyona leşkerî ya li Îranê zêde dirêj nake

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth got, mîsyona leşkerî ya li Îranê dê zêde dirêj neke û anî ziman ku tevahî vebijêrk li ser maseyê ne.

Hegseth: Mîsyona leşkerî ya li Îranê zêde dirêj nake
3 cotmeh, 2026   23:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth anî ziman ku mîsyona leşkerî ya Amerîkayê ya li Îranê dê zêde dirêj neke û tevahî vebijêrk li ser maseyê dimînin.

Hegseth diyar kir ku Serok Donald Trump çend derfet dane Îranê û bang li Tehranê kir ku "biryara rast" bide û rêya xwe biguhere.

Hegseth anî ziman ku Îran Tengava Hurmuzê kontrol nake û îdia kir ku DYA‘yê wê kontrol dike. Her wiha destnîşan kir ku mîsyona heyî ji şerên berê cuda ye û dê heta hetayê berdewam neke.

Hemwextî axaftina Hegseth, berpirsên payebilind ên rêveberiya Amerîkauî li Camp David civîneke awarte ji bo nîqaşkirina vebijarkên leşkerî yên siberojê wekî xurtkirina hebûna leşkerî ya Amerîka li Rojhilata Navîn û şandina keştiya balafiran Roosevelt bo herêmê li dar xist.