Li El Suqeylabiyê êrîşa çekdarî pêk hat alozî hîna berdewam e

Şevê din li bajarê El Suqeylabiyê li gundewarê Hemayê rastî gulebaran, êriş û pevçûnan hat û di encamê de jinek birîndar. Rageşiya ewlehiyê ya zêde û belavbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn berdewan dike.

Li El Suqeylabiyê êrîşa çekdarî pêk hat alozî hîna berdewam e
4 cotmeh, 2026   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji şeva Şemiyê ve li bajarê  El Suqeylabiyê rageşiya ewlehiyê ya berdewam dike, Hêzên Ewlekariya Hndirîn li bajar û Qelaat El Medîqê belav bûne.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku kesên nenas li ser motorsîkletan êrişî El- Suqeylabiyê kirine, gule li dikanan û sivîlan reşandine, jinek birîndar kirine, bêyî ku sasnameya êrişkaran û sedemên êrişê  werin naskirin.

Çavkaniyan da zanîn kirin ku wesayîtên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di destpêkê de nekarîn êrişkaran rawestînin û piştî bûyerê atmosferek aloz li bajêr serdest bû.

Rewşa aloziyê li El Suqeylebiyê berdewam dike, di heman demê de sedemên êrişê û rêze bûyerên beriya pevçûnan û êrişan bi tevahî ne diyar in.

(k)

ANHA