Qerqaş ji Şamê xwest ku êrişên li ser balyozxaneya wê dubare nebe

Enwer Qerqaş, şêwirmendê dîplomatîk ê Serokê Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, got ku êrişa li ser balyozxaneya Îmaratê li Şamê binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî ye û bang li Şamê kir ku mîsyonên dîplomatîk û karmendên wan biparêze da ku êrişên weha dubare neke.

Qerqaş ji Şamê xwest ku êrişên li ser balyozxaneya wê dubare nebe
4 nîsan, 2026   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê dîplomatîk ê Serokê Îmaratên Erebî yên Yekbûyî Enwer Qerqaş diyar kir ku êrişa li ser balyozxane û mîsyonên dîplomatîk ne tenê binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî ye, lê di heman demê de kêmasiyeke di jîngeha ewlehiyê ya welatên ku ev êriş lê pêk tên de nîşan dide.

Di heman derbarê de berpirsê Îmaratî wiha got: "Tiştê ku komeke tundrew a biçûk dike, ku di çarçoveya ajandeyeke redkirî de tevdigere, di demekê de tê ku Îmarat mazûvaniya civateke mezin a Sûryeyî dike ku di ewlehî û aştiyê de dijî û dixebite."

Enwer Qerqaş destnîşan kir ku ev êriş peyamên cidî ne ku bersiveke zelal û biryardar û pabendbûneke tevahî ji bo rêzgirtina li qanûna navneteweyî hewce dikin.

Beriya niha jî Wezareta Karên Derve ya Îmaratê êrişên li ser baregeha mîsyona wê û baregeha serokê mîsyonê li paytexta Sûriyeyê Şamê şermezar kiribû.

 (ac)

ANHA