Heftename: Pêdiviya îstîqrara Sûriyeyê bi beşdariya tevan di pêvajoya siyasî de heye

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa dosyaya Sûriyeyê û siyasetên Trump li hember Xezayê kir.

Heftename: Pêdiviya îstîqrara Sûriyeyê bi beşdariya tevan di pêvajoya siyasî de heye
23 sibat, 2025   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Xelîc bi sernavê "Vegera Sûriyeyê li kûrahiya erebî" nivîsek parve kir û bal kişand ser rola rêveberên siyasî û aborî yên Sûriyeyê ji bo derbaskirina ji rewşa xirab û wiha nivîsî: “Vegera Sûriyeyê ku pêwendiyeke hevbeş bi aliyên erebî re bike, bi pêvajoya siyasî ve girêdayî ye û rasterast bi aramiya siyasî li ser bingehên nûjen ve girêdayî ye. Ev aramî jî bêyî beşdariya elîta siyasî û aborî pêk nayê. Ev têkiliya di navbera hundirê Sûriyeyê û derdora wê ya erebî re hewce ye ku ji vê rewşa xwe ya xerab derkeve. Ji ber ku geşedana Sûriyeyê li ser bingehên nûjen, pir girîng e ji avakirina sistema ewlehî û aramiya herêmê. Lewma divê li Sûriyeyê di hêla ewlehî, aborî, teknolojî û zanistî de geşepêdan çêbe û saziyên ku bikarin ewlehî û jyana xelkê misoger bikin, bêne avakirin.

‘EM Ê KENGÊ PROJEYEKE YEKBÛYÎ YA EREBÎ BIBÎNIN?’

Der barê pêşniyara Trump ji bo Xezayê de rojnameya El Ereb a Londonê wiha nivîsî: "Ev çend roj e behsa projeyeke nû ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn tê kirin, ku tê de koçberkirina xelkê Gezayê ji welatê wan li gorî daxwaza serokê Amerîkayê Donald Trump. "

Rojnameyê ev jî lê zêde kir: "Divê Ereb li hev bikin ku komekê çêkin ku wan nêzî hev bike û gotina wan bike yek. Lê komeke ne wekî Komkara Erebî be ku bûye saziyeke vala.”