‘Berxwedana li Tişrînê ji bo tevahiya gelan e’

Şêniyên bajarê Dêrikê diyar kir ku berxwedana li Bendava Tişrînê tê kirin ji bo parastina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Şêniyan her wiha destnîşan kir ku beşdariya tevahî pêkhateyan di vî berxwedanê de hêza xwişk û biratiya gelan û rêgezên projeya neteweya demokratîk nîşan dide.

‘Berxwedana li Tişrînê ji bo tevahiya gelan e’
23 sibat, 2025   03:55
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Zêdetirî meheke gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê nobetê digirin. 

Pêkhateyên bajarê Dêrikê der barê berxwedana Bendava Tişrînê de diyar kir ku beşdariya tevahî pêkhate û beşên civakî di vê berxwedanê de hêza piştevaniya parastina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Gulîstan Ehmed da zanîn ku berxwedana tevahî pêkhateyan a li Bendava Tişrînê dîrokî û bêhempa ye û got: "Beşdariya şêniyan ji bo parastina bendavê û piştgiriya QSD’ê serkeftineke pîroz a gelan e û dê wekî bûyereke mezin di dîrokê de were tomarkirin."

Gulîstan destnîşan kir ku berxwedana Bendava Tişrînê hevsengiyên Rojhilata Navîn bi tevahî guhert û wiha domand "Ev berxwdanî ji berxwedaniyên berî cuda ye. Her çiqas berxwedana çekdarî heta niha em parastine, lê berxwedana aştiyane ya gel ku îro bê çek dibe, bûye çekeke bi hêz li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê."

Şêniya bi navê Gelşat Elî diyar kir ku ew hêza xwe ji berxwedana QSD’ê digirin û ev li gotinên xwe zêde kir "Divê em Bendava Tişrînê biparêzin, ji ber ku sembola hebûna me li Bakukr û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev berxwedana serkeftina me ye û ji bo tevahî gelên herêmê rêya ber bi aramî û aştiyê ve ye."

Şêniyê bi navê Îsam Resûl jî îşaret bi vê yekê kir ku berxwedana gel a li bendavê mîsogeriya parastina herêmê û pêkanîna aştiyê ye û got, vê berxwedanê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ê banga neteweya demokratîk û jiyana hevbeş a gelan dike, îsbat kiriye.

Îsam Resûl di dawiya axaftina xwe de ev peyam da "Xwepêşandanên aştiyane israra me ya parastina hebûna me û destkeftiyên me piştrast dike. Her wiha îsbat kir ku berxwedana gel a aştiyane ya dê li hemberî dijmin bibe derbeyeke xurt."

(bb)

ANHA