Heftename: Misir der barê hikumeta nû ya Sûriyeyê de bi hişyarî tev digere

Di raporan de hat diyarkirin ku Misir ji ber pêşveçûna bilez a li Sûriyeyê bi hişyarî tev digere, her wiha çavdêr jî dibînin ku vexwendina Erebistana Siûdî ji Amerîkayê re ku beşdarî lûtkeyeke awarte bibe rola pêşeng a Siûdiyê ya ji bo hewldana bidawîkirina gelek dozan nîşan dide.

Heftename: Misir der barê hikumeta nû ya Sûriyeyê de bi hişyarî tev digere
16 sibat, 2025   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de behsa helwesta Misirê ji pêşdeçûnên Sûriyeyê, tevgerên Siûdiyê yên herêmî û navneteweyî kir.

‘MISIR DER BARÊ HIKUMETA NÛ YA SÛRIYEYÊ DE BI HIŞYARÎ TEV DIGERE’

Rojnameya El Ereb ya Londonê nivîsî: "Misir ji pêşveçûna bilez a Heyet Tehrîr El Şam di destpêka Kanûna 2024’an de matmayî ma û heta 3 rojan berî ku Beşar El Esed ji Sûriyeyê reviya Rûsyayê jî, piştgiriya xwe ji bo Beşar Esed ragihandibû.”

Rojnameyê diyar kir ku Qahîre dibe ku dilgiran be, ji ber ku "hinek sûriyeyiyên ku niha derbasî Misirê dibin, dibe ku ajanên Heyet Tehrîr El Şam an Îxwan El Muslimîn bin ku bi navê penaberiyê hatine veşartin, bi armanca gurkirina opozîsyonê yan jî şoreşê li welat.”

‘PÛTÎN Û TRUMP LI EREBISTANA SIÛDÎ: RAMAN Û ENCAM’

Rojnameya Şerq El Ewset jî wiha nivîsand: "Erebistana Siûdiyê ragihand ku ew ê di navbera Pûtin û Trump de di demeke nêzîk de lûtkeyekê li dar bixe. Ev hewla Siûdiyê tenê bi krîza Rûsya û Ukraynayê re sînordar namîne, belkî mijar berfirehtir e, ji ber ku tevahiya herêmê ku di asta stratejîk de diguhere, pêwîst e were kontrolkirin.”

Rojnameyê bal kişand ser vê yekê ku "çapemeniya Erebistana Siûdî ji bo mazûvaniya vê lûtkeya girîng, daxwaza wê ya xurt ji bo çareserkirina kêşeyên ku hin kes difikirin ku pir aloz in, diyar dike û li gorî hin rayedaran ew dixwaze pirsgirêkên mayî, bi taybetî pirsgirêka Filistînê, çareser bike.”

‘HELWESTEKE EREBAN PÊWÎST E’

Rojnameya El Xelîce jî behsa lûtkeya awarte ya ku biryar e di 27’ê vê mehê de li Qahîreyê were lidarxistin û plana Trump a ji bo Xezayê kir û wiha nivîsand: “Eger pêk were, karesateke nû ye û li dilê ewlekariya neteweyî ya Ereban dixe û hemû regezên hevgirtina Ereban û serweriya gelên Ereb ji holê radike. Her wiha dibe destdirêjiyeke li serxwebûna welatên Ereban, bi helwestên heqaret û bêrêziyê ku tu aqilmend, çi Ereb û ne Ereb, qebûl nakin û li derveyî hemû qanûn û peymanên navneteweyî ye.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Êdî dem hatiye ku Ereb gotina xwe bêjin, da ku cîhan û bi taybetî Amerîka dengê wan bibihîzin.”

(fr)