Teqîna li Helebê "qezayek" bû

Hat diyarkirin ku teqîna li nêzî kampa Filîstîniyan a Helebê bûye "qezayek" bû.

Teqîna li Helebê "qezayek" bû
15 sibat, 2025   21:28
HELEB
MIHEMED EBDO

Piştî têkilî bi gelek çavkaniyên ji kampa Nêreb a li bajarê Helebê re hatin kirin, hat diyarkirin ku di encama dan û standina şaş a bi veguhastina moşekan ji tabûra berevaniya hewayî ya li balafirgeha Nêrebê de ji hêla endamên desthilata Şamê ve, teqîn çêbûn.

Çavkaniyan diyar kir ku hin şaştiyên mirovî yên ku endamên desthilata Şamê di dema veguhastina moşekan ber bi cihekî nediyar ve kirine de, teqîn çêbûn. Lê tu agahiyên zelal der barê asta zerarên canî û madî de nehatin bibîrxistin.

Ji ber teqînan camên pencere û deriyên malan şikestin, bi wê re gelek sivîl birîndar bûn. Ambulansan jî bere xwe da cihê bûyerê.

Tu aliyekî fermî di desthilata Şamê de ji bo zelalkirina sedema teqînan tu daxuyanî nedan.

(fr)