Malbata El Hasûd: Me ev rê hilbijartiye da ku em bigihêjin azadiya xwe

Malbata El Hasûd bawerî bi felsefeya neteweya demokratîk anîn û ji bo parastina nirxên şoreşê têkoşîna xwe didomînin. Ji malbatê dayika bi navê Fatma Sultan dibêje "Me ev rê hilbijartiye, ji bo ku em bigihêjin azadiya xwe.”

Malbata El Hasûd: Me ev rê hilbijartiye da ku em bigihêjin azadiya xwe
16 sibat, 2025   05:06
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo avakirina jiyaneke azad û birûmet, li gorî bingeh û rêgezên neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan, tê dikoşin. Li ser van bingeh û rêgezan pêkhateyên herêmê li hev kir, herêmên xwe rizgar kirin û bi lehengî parastin. Her gund, bajarok û bajarek bû keleha berxwedana li hember hemû aliyên hewl didin ewlehî û aramiya wan têk bibin.

Gundê Girê Fatê yê Ceweala yê li başûrê bajarokê Til Koçer ê kantona Cizîrê, yek ji gundên yekem e ku li gorî rêgezên neteweya demokratîk tev li nava têkoşînê bûye. Di dawiya sala 2012’an de gund rastî êrişa komên çete hat, malên gundiyan hatin talankirin û şewitandin û gundî ji gundê xwe koçber bûn.

Piştî kiryarên çeteyan li dijî gundiyan, xortên gundê Girê Fatê yê Cewala xwe di nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bi rêxistin kir û gund di dawiya sala 2013’an de hat rizgarkirin. Yek ji malbatên ku ji ber binpêkirina çeteyan êş û azar kişandine, malbata El Hasûd e. Mihemed El Hasûd ev neheqî nepejirand û tevlî nava refên YPG`ê bû, iştre pismamê wî Ehmed Eswed El Hasûd ê ku mala wî ji aliyê çeteyan ve hat teqandin, tev li nava refên YPG'ê bû û navê Diyar Çilaxa li xwe kir.

El Hasûd di dawiya sala 2013’an de beşdarî şerê rizgarkirina bajarê Til Koçerê bû û heta şerê rizgarkirina Minbicê de ji çeteyên DAIŞ’ê jî têkoşîn kirin. Piştî rizgarkirina Minbicê, artêşa Tirk a dagirker li dijî xaleke wan a li eniyên şer êrişeke hewayî pêk anî û di encama bombebaranê de 13 şervan şehîd bûn û Diyar jî dîl hat girtin.

Diyar nêzî 9 mehan di zindanên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ma, lê wî dev ji prensîbên xwe û baweriya xwe ya bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berneda. Bi hewldana Hêzên Sûryeya Demokratîk Diyar serbest hate berdan û dîse vegeriya eniyên şer. Di çarçoveya hemleya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê de, di 15’ê Cotmeha 2017’an de tev li karwanê şehîdan bû û piştî demeke kin pismamê wî Mihemed El Hasûd jî şehîd bû.

Rêwîtiya her du şehîdan Diyar û Mihemed bi şehadeta wan bi dawî nebî, lê belê nêzî 25 ciwanên ji malbata El Hasûd, di nav wan de birayên Ehmed jî hebûn, soza temamkirina rêya şehîdan Ehmed û Mihemed dan, her wiha ji gund jî 50 ciwanên tev li nava refên YPG`ê bûn.

TÊKOŞÎN BERDEWAM E

Di nava şoreşê de fedakariya malbata El Hasûd bi Mihemed û Diyar ve bi dawî nebû. Hesen û Ehmed El Hasûd jî tevlî nava refên Erka Xweparastinê bûn û di sala 2022’yan de di berxwedana girtîgeha Xiwêranê de tev li karwanê şehîdan bûn.

Dayika şehîd Diyar (Ehmed) û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Koçerê Fatma Xelef Sultan ji ajansa me re wiha got: "Me bawerî bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û projeya wî li ser bingeha biratiya gelan anî, bi saya wê  me karîbû di bin sîbera azadî, dadmendî, demokrasî û wekheviyê de bijîn.”

Fatma Xelef Sultan wiha pê de çû: “Ez wek dayikek di rêya berxwedanê de têdikoşim, zarokên xwe feda dikim û nahêlim çekên wan li erdê bimînin, lewma zarokên min ên din û endamên malbatê rêya berxwedanê berdewam dikin.”

Fatma Sultan bi têkoşîna kurên xwe serbilind e û wiha got: "Ez wek dayikekê serbilind im ku em weke malbatekê me ev rê hilbijart, ji ber ku ev rêya ku dê me ber bi azadiyê ve bibe. Îro eger ne ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûna wê dagirkeriya Tirk em tune kiribana. Em bi hêza xwe serbilind in, em ê heta sereftinê li kêleka wan bin.”

Fatma Sultan bi biryadariyeke mezin beşdarî hemû çalakiyên li seranserê herêmê dibe, herî dawiyê ji bo tev li çalakiya nobedariyê bibe, berê xwe da bendava Tişrînê.

Fatma Sultan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez beşdarî çalakiya li bendava Tişrînê bûm da ku ji dijminan re bêjim zarokên me ne bi tenê ne, em li kêleka wan in û em ê destkeftiyên xwe biparêzin.”

ANHA