QSD: Hevreyên me Birûsk, Şiyar û Selman şehîd bûn

QSD’ê nasnameyên 3 şervanên ku di cih û demên cûda de şehîd bibûn aşkera kirin û soza domandina rêya şehîdan da.

QSD: Hevreyên me Birûsk, Şiyar û Selman şehîd bûn
3 hezîran, 2025   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta 3 şervanan de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"3 şervanên me dema erk û mîsyona xwe ya parastina herêmê me û têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê pêk dianîn, di rewşên cuda de şehîd bûn.

Hevreyên me yên şervan Şiyar (Ehmed Newaf El Mihemed) û Selman (Mehmûd Hisên El Ferhan) di dema bersivdayîna bermahiyên şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de heya kêliya dawîn li ber xwe dan û şehîd bûn. Hevreyê me Birûsk Kobanê (Emar Muslim) ji ber nexweşiyeke girna ku demeke dirêj pêk ketibû şehîd bû.

Hêzên me îsbat kirine ku di parastina ewlehî û aramiya herêmên xwe de dilsozên rêgezên xwe ne. Hêzên me di têkoşîna xwe ya li dijî rêxistina terorîst de fedakariyê dikin. Berdêl çi dibe jî tiştek wan ji pêkanîna erkên xwe yên nîştimanî venagerîne.

Bila serê tevahiya malbatên şehîdan sax be. Em ê tola xwîna şehîdên xwe ji kujer û xwefiroşan hilînin."

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Birûsk Kobanê

Nav û paşnav: Emar Muslim

Navê dayikê: Ayşe

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-28’ê Gulana 2025’an.

Nasnav: Şiyar

Nav û paşnav: Ehmed El Mihemed

Navê dayikê: Nûra

Navê bav: Newaf

Cihê jidayikbûnê: Erîşa

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor –Behra – 31’ê Gulana 2025’an.

Nasnav: Selman

Nav û paşnav: Mehmûd El Ferhan

Navê dayikê: Ayşe

Navê bav: Hisên

Cihê jidayikbûnê: Siwer

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê –Behra – 31’ê Gulana 2025’an.

(bb)