Guhertinên Sistema Cîhanî û tirsa Îranê ji Gotûbêjên Nukleerî

Çavdêran destnîşan kirin ku Sistema Cîhanî dişibe lîstika fotbolê ku zagonên wê têne nûkirin, di heman demê de tirsa Îranê li ser têkçûna danûstandinên nukleerî zêde dibe.

Guhertinên Sistema Cîhanî û tirsa Îranê ji Gotûbêjên Nukleerî
28 gulan, 2025   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên îro behsa guhertinên di Sistema Cîhanî de û tirsa Îranê ji têkçûna danûstandinên bi Amerîkayê re li ser pirsa nukleer kirin.

PIŞTÎ "HILWEŞÎNA SISTEMA CÎHANÊ" DÊ ÇI BIKIN?

Rojnameya El Şerq El Ewset li ser siberoja Sistema Cîhanî nivîsî, û sistema navneteweyî ya heyî şibihan bi lîstikvanekî ku xwediyê topê ye, ew lîstikvan zagonên lîstikê li gorî xwe datîne, û hakem hildibijêre da ku her tim ew bi ser bikeve. Lê dema ku lîstikvanên din rêbaz û zagonan fêr dibin û bi ser dikevin, lîstikvanê serdest biryar dide ku zagonên lîstikê bi tevahî biguhere, ji ber ku êdî lîstik serdestiya wî tehdîd dike.

Lê rewş ji vê şibihandinê aloztir e, ji ber ku hêzên navneteweyî yên nû bilind dibin - bi taybetî li Asyayê - êdî li benda fermanek nû ya ku Amerîka ferz bike namînin, lê di şûna wê de ji bo bazirganî û çareserkirina nakokiyan alternatîfan peyda dikin. Di nava van guhertinan de rola welatên Başûr, welatên Ereb û Afrîkayê jî di nav de derdikeve pêş. Van welatan dest bi venihêrîna têkiliyên xwe yên aborî kirine bi guheztina ber bi hilberîna herêmî kirine. Bi taybet piştî zêdebûna hevrikiya di navbera Waşinton û Pekînê de li ser çavkaniyên parzemîna Afrîkayê.

TIRSA ÎRAN HIŞT KU BERÊ SEROKDEWLETÊ BIKEVE OMANÊ JI BO DANÛSTANDINÊN NUKLEERÎ

Derbarê pirsa Îranê de, rojnameya El Ereb a Londonê bal kişande ser serdana Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bo Umanê, û di wê baweriyê de ye ku ev yek nîşana tirsa zêde ya Îranê ji rawestana gotûbêjên nukleerî bi Waşintonê re ye.

Rojnameyê her wiha nivîsî, "Her çend ku danûstandinên nukleerî li ser asta dîplomatîk a navneteweyî têne kirin, lê ev mijar ji bo rejîma Îranê aliyên wê yên navxweyî hene." Rojnameyê diyar kir ku hikûmeta Îranê xwe neçar dibîne ku bi Rojava re hewlên kêmkirina rageşiyê pêk bîne. ji ber dijwarbûna aloziya aborî, daketina nirxê diravê xwecihî, û zêdebûna protestoyên gel li hin bajaran, hikûmeta Îranê xwe neçar dibîne ku hewlên kêmkirina rageşiyê ligel welatên rojavayî dewam bike, li benda ku  pêşketineke aborî li hundir pêk were û bandorê li rewşa hundirê Îranê bike.

Li gorî rojnameyê pesindana Pezeşkiyan ya rola Omaniyê peyameke dualî ya dîplomatîk: Ji aliyekî ve Muscat têvdide ku hewlên xwe yên navbeynkariyê zêdetir bike û ji aliyê din dide nîşan ku Îranê vekirî ye û dikare bersivan bide.

(k)