Di êrişên Îsraîlê li ser Xezayê de kuştî û birîndar hene
Di êrişeke esmanî ya Îsraîlê ya duh bi şev li bakurê Xezayê de herî kêm 8 kes hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.

Berevaniya Sivîl li Xezayê ragihand ku şeva Sêşem-Çarşemê di êrişeke asmanî ya Îsraîlê de li bakurê Xezayê 8 kes hatin kuştin.
Berdevkê Berevaniya Sivîl Mehmûd Besel ji ajansa France-Presse re got: "Di encama êrişa asmanî ya Israîlê li ser mala rojnamevan Usame El Arbîd de îro danê sibê, li devera Saftawî li bakurê bajarê Xezayê 3 kes şehîd bûn. "
Her wiha diyar kir El Arbîd birîndar bû, ku ew vîdyogir û edîtorê kompanyayeke herêmî ya fîlman bû.
Duh danê êvarê li rojavayê Refehê li başûrê Xezayê di encama gulebarana hêzên Îsraîlê de 3 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.