Graham: Divê bernameya nukleerî ya Îranê bi tevahî were qedexekirin

Senator Lindsey Graham daxwaza qedexekirina tevahî ya bernameya nukleerî ya Îranê kir û hişyarî li dijî rawestandina demkî ya bernameya nukleerî da.

Graham: Divê bernameya nukleerî ya Îranê bi tevahî were qedexekirin
13 nîsan, 2026   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatorê Komarparêz ê Amerîkî Lindsey Graham got ew biryardariya Serok Donald Trump a ji bo bidawîkirina aloziya bi Îranê re bi rêyên dîplomatîk teqdîr dike, di heman demê de girîngî da hewcedariya hişyariya zêde di danûstandinên bi Tehranê re.

Di posteke li ser platforma Xˊ de, Graham diyar kir ku aliyên ku li Îranê bi wan re danûstandin tê kirin "terorîst, derewîn û xapînok in" û her pêşniyarek ji bo rawestandina demkî ya çalakiyên dewlemendkirina nukleerî li şûna ferzkirina qedexeyek tevahî red kir..

Graham pirsî ku, "Gelo em ê razî bibûna ku em ji El Qaîdeyê re rawestandina demkî ya dewlemendkirinê bidin? Bê guman na. Qebûlkirina bi vî awayekî xeletî ye."

Senator Grahm îşaret bi cudahiya di navbera El Qaîdeyê û rejîma Îranê de kir û anî ziman ku El Qaîde "rêxitineke terorîst a Sunnî ye" û Îran "dewletek terorîst a Şîa" ye.

Graham da zanîn ku prensîba "bêdewlemendkirin" tê wateya astengkirina bi tevahî ya Îranê ji dewlemendkirina uranyûmê û destnîşan kir ku nêzîkî 20 welat xwedî bernameyên nukleerî yên aştiyane ne bêyî ku hewcedariya wan bi dewlemendkirinê hebe, di heman demê de dewlemendkirin dikare rê li ber pêşxistina çekên nukleerî veke.

Senator Lindsey Graham di dawiya posta xwe de helwesta xwe ya redkirina li hember her cûre dewlemendkirina nukleerî li Îranê nîşan da û daxwaza ambargoyek giştî li dijî wê kir.

(fr)