Girtiyeke siyasî di greva birçîbûnê de ye

Girtiya siyasî ya Kurd Sakîne Perwana ji bo piştgiriya qurbaniyên Serhildana Jin, Jiyan, Azad 2 rojan dikeve greva birçîbûnê.

Girtiyeke siyasî di greva birçîbûnê de ye
14 îlon, 2024   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiya siyasî ya Kurd Sakîne Perwane ku li Girtîgeha Evîn a Tehranê tê ragirtin, nameyek şand. Sakîne Perwane di nameya xwe de gotiye ji bo bîranîna Jîna Emînê û tevahî qurbaniyên Serhildana Jin, Jiyan, Azadî 2 rojan dikeve greva birçîbûnê.

Di nameya Sakîne Perwana de hatiye gotin: "Ji bo bîranîna Jînayê û bi sedan şehîdên Serhildana Jin, Jiyan Azadî ez ê 2 rojan (14-15’ê Îlonê) bi malbatên qurbaniyan re bikevim greva birçîbûnê.

Çalakvana siyasî Sakîne Perwane di 5’ê Nîsana 2023’yan de ji aliyê desthilata Îranê ve hat girtin. Cara ewilî di 2019’an de jî bi tawana "mndamtiya komên muxalif" cezayê 5 salan girtîgeh û 2 salan qedexeya karê siyasî lê hatibû birîn.