Rêxistina Mafên Mirovan: Di Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de 142 Kurd hatin qetilkirin

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a li Rojhilatê Kurdistanê, di Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 142 welatiyên Kurd bi şêwazên cuda hatine qetilkirin ku ji wan 12 zarok in.

Rêxistina Mafên Mirovan: Di Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de 142 Kurd hatin qetilkirin
14 îlon, 2024   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî, têkildarî qurbaniyên Kurd ên Serhildana Jin, Jiyan, Azadî li Rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de 142 Kurd hatine kuştin ku 136 kes zilam bûn û 6 jî jin bûn û ji wan 12 kes ji 18 saliyê biçûktir bûn, 117 kes di navbera 19-50 saliyê de bûn û 9 kes jî di ser temenê 51 saliyê re bûn.

Di dewama daxuyaniyê de qala şêwazên kuştina welatiyên Kurd di Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de hate kirin û wiha hate ragihandin: “Ev kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve bi çekan, îşkenceyê, lêdana bi jopan, çekên giran ên doçka, darvekirin, suîqast, gazên rondikrêj, êrişên kîmyewî yên li ser dibistanan hatine qetilkirin. Ji van kesan 22 welatî li bajarê Sine, 17 kes li Bokan, 15 welatî li Mehabadê, 9 kes li Kirmaşanê bûn. Her wiha 2 welatiyên Kurd li Qûçan û herî kêm jî 18 welatiyên din jî li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine qetilkirin.”