Gerîla bi 18 çalakiyan bersiv da dagirkeran

Hêzên gerîlayên azadiyê li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê bi 18 çalakiyan bersiv dan êrişên artêşa Tirk a dagirker.

Gerîla bi 18 çalakiyan bersiv da dagirkeran
5 tîrmeh 2024   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ku 3, 4 û 5’ê Tîrmehê li ser Herêmên Parastina Medya pêk anîn û çalakiyên gerîla de daxuyanî weşand. 

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyên gerîla de ev agahî hatin parvekirin:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

4'ê Tîrmehê saet di 16.15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi sabotajê li dagirkeran hat xistin.

4'ê Tîrmehê saet 21.45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4'ê Tîrmehê saet di navbera 09.00-15.00 de li Qada Berxwedanê ya Sergelê bi çekên giran 8 caran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyan de derbe li kepçeyekê û wesayiteke zirxî hate xistin.

4'ê Tîrmehê saet 12.50, 13.50 û 18.45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk û çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derbe li çeperekê hate xistin.

4'ê Tîrmehê saet di 22.30'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi rêbaza sûîqestê li dagirkerên ber bi gundê Sêgirê ve diçûn hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

4'ê Tîrmehê saet 22.20'an de hêzên me mudaxeleyî helîkopterên hewl didan hêzên xwe li Girê Bahar deynin kirin.

Li Herêma Xakurkê;

4'ê Tîrmehê saet 11.30'an de li Qada Berxwedanê ya Şekîf bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hat xistin.

Li Herêma Metîna;

27'ê Hezîranê bax û baxçeyên gundên Dergelê, Bazê û Mîskayê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê şewat derket û bax, baxçe û malên li gundê Dergelê şewitîn. Artêşa Tirk a dagirker ku bi wesayitên zirxî kete nava gundên Dergelê, Bazê û Mîskayê, hewl dide gund bişewitîne, gundiyan koçber bike û gundan vala bike.

4'ê Tîrmehê saet 06.50'an de li dijî dagirkerên ku ber bi gundê Mîskayê ve diçûn bi rêbaza sabotajê çalakî hate kirin. Di encamê de 3 dagirker birîndar bûn.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

4'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê FM tunelên me 7 caran bi gazên kîmyewî, 8 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên ên artêşa Tirk a dagirker ên bi balafirên şer û helîkopteran;

3 û 4'ê Tîrmehê li herêma Xakurkê qadên Kendekola û Berbizina 2 caran, li herêma Garê qadên Girê Zengilê û Çemrobotkî 2 caran, li herêma Metînayê qada Dergelê 2 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qada berxwedanê ya Girê Bahar 24 caran; bi giştî 30 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

4 û 5'ê Tîrmehê herêma Xakurkê û herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."