Gengeşiya der barê Tengava Hurmuzê dewam dike

Berdevkê Meclisa Ewlehiya Neteweyî û Polîtîkayên Derve yê Îranê bal kişand ser pêdiviyên ewlehî û pêşketinê û daxuyand ku ew ê ji keştiyên ji Tengava Hurmuzê derbas dibin pereyan bistînin.

Gengeşiya der barê Tengava Hurmuzê dewam dike
26 tebax, 2026   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Gengeşiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de bi danekirin û gefan berdewam dike. Şer û pevçûn derbasbûna keştiyên ji Tengava Hurmuzê aniye li ber asta sekinînê. Li gorî nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê Îran biryar dayek ku ew ê êdî ji keştiyên tengavê derbas dibin pere bistînin.

Berdevkê Meclisa Ewlehiya Neteweyî û Polîtîkayên Derve yê Îranê Îbrahîm Azîzî da zanîn ku ev pêşnûme hêj di asta lêkolînê de ye û diyar kir ku ew ê têkildarî mijarê nêrin pisporan û saziyên pêwendîdar yên dewletê jî bigirin.

Îbrahîm Azîzî bilêv kir ku ew ê van biryaran ji bo berjewendiyên neteweyî û ewlhî yên îranê bigirin. Herwiha Îbrahîm Azîzî got ku ew ê ne ji bo demkî dê wek mayînde vê yekê pêş bînin.

Îbrahîm Azîzî herî dawî bertek nîşanî daxuyaniyên rayedarên DYAyî da û anî ziman ku DYA li dijî Îranê hemû derfetên xwe bi kar aniye, ketiye ‘tengijîneke stratejîk’, nikare gotinên xwe li ser Îranê ferz bike. Îbrahîm Azîzî şerê 40 roj berdewam kiriye bi bîr xist û bilêv kir ku divê Washington hevsengiyên li herêmê li ber çavan bigire, nikare şertên xwe li hember Îrana ku li herêmê hêzeke bibandor û çalak e, ferz bike.

ANHA