Bîlançoya êrişên li ser Lubnanê: 4350 kuştî

Di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê ji 2‘yê Adarê heya niha ve 4 hezar û 350 kes hatin kuştin û 12 hezar û 310 kes birîndar bûne.

Bîlançoya êrişên li ser Lubnanê: 4350 kuştî
25 tebax, 2026   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî agirbesta ku di 20‘ê hezîranê (2026) de hate ragihandin, lê êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê dewam dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bîlançoya êrişên Îsraîlê yên ji 2‘ê Adarê heya niha ve ragihand.

Wezaretê diyar kir ku ji 2‘ê Adarê ve heya niha 4 hezar û 350 kes hatin kuştin û 12 hezar û 310 kes jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku balafirên artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê gelek dever, wekî El Mensûrî û Teyr Hefra bombebaran kirin û bi obîsan jî Eyntana û Beyt Lîf topbaran kirin. Li gelek bajarokan jî operasyonên teqandinê pêk anîn.

Hate ragihandin ku ji ber topbaranê şewat li daristana Dêr Mîmasê derket.

(bb)