Gelo DYA dê ji NATO'yê vekişe?

Şerê li Îranê bandorê li hevgirtina NATO'yê dike û pirsên nû li ser bandora qanûnên navneteweyî di rêvebirina nakokiyan de, nemaze di rêyên deryayî yên stratejîk de, derdixe holê.

Gelo DYA dê ji NATO'yê vekişe?
2 nîsan, 2026   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê cih da bandorên şerê li Îranê yên li ser têkiliyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên bi hevalbendên wê re, nemaze NATO'yê û nîqaşên qanûnî û siyasî yên li ser siberoja hevbendiyan.

‘GELO TRUMP DIKARE DYA’YÊ JI NATO'YÊ VEKIŞÎNE?’

Reutersê ragihand ku serokê DYA’yê Donald Trump gef xwar ku ji ber nakokiyên bi welatên Ewropayê re yên li ser nebeşdarbûna wan di bicihkirina hêzên deryayî de ji bo ewlekirina navîgasyonê li Tengava Hurmuzê, ew ê ji NATO'yê vekişe.

Hate gotin: “Ev pêşniyar li DYA'yê pirsan çêdike; ji ber ku destûr mekanîzmaya vekişînê ji peymanan bi zelalî destnîşan nake. Di heman demê de qanûnek ku ji hêla kongreyê ve di sala 2023'yan de hatiye pejirandin, ji bo her gaveke wisa piraniya ji sêyan duyê Senatoyê hewce dike. Pispor bawer dikin ku ger Trump gaveke bi vî rengî biavêje, ev pirsgirêk dikare bibe nakokiyeke qanûnî ya tevlihev.”

Ajansê ku agahiyên xwe dispêre rayedar û pisporan, destnîşan kir ku paşketina pabendbûna siyasî û leşkerî ya DYA’yê ya bi hevpeymanê re, dikare ji her pêvajoyeke qanûnî bandorkertir be.

‘LUBNAN; KOMAREKE JI ALIYÊ SÎSTEMA ‘MODERNÎZASYONA OTOMATÎK A ÎRANÊ’ VE TÊ BIRÊVEBIRIN'

Rojnameya El Ereb cih da rewşa Lubnanê û “hilweşîna têgeha serweriyê” rexne kir û destnîşan kir ku biryarên fermî niha ji ber bandora Îranê di nava welêt de têne dayîn, rû bi rûyî paşguhkirinê ne.

Li gorî rojnameyê; “hebûna Hizbullahê wek hêzeke paralel û bibandor rewşa siyasî ya tevlihev nîşan dide. Biryar êdî bi saziyên dewletê ve sînorkirî nîn e lê bi hevsengiyên hêzê yên navxweyî û derve ve girêdayî ye.”

‘LI HEMBERÎ ASTENGKIRINA RÊYÊN DERYAYÎ… DIVÊ QANÛN SERDEST BE’

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser aliyê qanûnî yê krîza Tengava Hurmuzê û diyar kir ku her hewldanek ji bo girtina tengavê binpêkirineke aşkera ya qanûnên navneteweyî ye.

Rojnameyê bi bîr xist ku Neteweyên Yekbûyî, bi rêya Peymana Qanûna Deryayê, azadiya rêwîtiyê di tengavên navneteweyî de garantî dike û rê dide welatên bandordar ku serî li rêyên qanûnî bidin, di nav de vekirina dozên dadgehê li Dadgeha Navneteweyî ya Dadê yan Dadgeha Navneteweyî ya Qanûna Deryayê, da ku daxwaza rawestandina binpêkirinan û tezmînata windahiyan bikin.

(bb)