Şer didome: Trump gef xwar, Îranê jî bersiv da

Şerê Îsraîl-DYA'yê û Îranê di roja xwe ya 34'an de dewam dike. Serokê DYA'yê Donald Trump gefên xwe li ser Îranê zêde kirin. Îranê jî bi mûşekan li Îsraîlê da. Hate diyarkirin ku DYA'yê 12 hezar û 300 êriş li Îranê pêk anîne û li dijî Îsraîlê 800 êriş hatine kirin. Tevgerên navneteweyî ji bo vekirina Tengava Hurmuzê û agirbestê dewam dikin.

Şer didome: Trump gef xwar, Îranê jî bersiv da
2 nîsan, 2026   11:05
NAVENDA NÛÇETYAN

Serokê DYA'yê Donald Trump di gotara xwe ya ji bo gel de îdia kir ku li hemberî Îranê “serketineke tekez" bi dest xistiye. Trump îdia kir ku Washington gelekî nêzî hedefên xwe yên li Îranê ye û got hefteyên bê dibe ku êriş girantir bibin.

Trump got: "Di nava 2-3 hefteyên pêş de em ê bi rengekî gelekî hişk li îraniyan bixin. Em ê wan vegerînin Serdema Kevir.”

ÎRANÊ BI LEZ BERSIVA DA

Çend deqe piştî bidawîbûna axaftina Trump, Îranê bi mûşekan êriş bire ser Îsraîlê. Heyfa, Celîl û Colanê jî di nav de, li gelek herêmên bakurê Îsraîlê sîrenan lê da.

Medyaya Îsraîlê ragihand ku di encama êrişan de 2 jê pitik, 4 kes birîndar bûne.

ÎSRAÎL ÊRIŞÊN LI DIJÎ HEDEFÊN STRATEJÎK DIDOMÎNE

Li gorî medyaya Îsraîlê, artêşa Îsraîlê hedefkirina binesaziyên leşkerî û nukleerî yên stratejîk ên Îranê bi dawî kir. Hate diyarkirin tesîsên girîng hema bêje bi tevahî rûxandine.

Fermandariya Navendî ya DYA’yê ragihand ku ji destpêka şer ve wan li zêdetirî 12 hezar û 300 hedefên li hundirê Îranê daye û zêdetirî 155 keştî rûxandine.

Îsraîlê zêdetirî 800 êrişên hewayî pêk anîne, di heman demê de Îran li hedefên Îsraîl û baregehên DYA’yê yên li herêmê dide.

BANDORÊN MIROVÎ YÊN LI HUNDIRÊ ÎRANÊ

Şaredariya Tehranê ragihand ku ji ber şer nêzîkî 33 hezar avahiyan zirar dîtine, hewldanên ji nû ve avakirinê didomin û bi hezaran malbatên bandordar li navendên demkî hatine bicihkirin.

KRÎZA TENGAVA HURMUZÊ

Bi armanca ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê ya stratejîk 36 welat dicivin. Armanca civînê ew e ku ewlehiya keştiyan û ji nû ve destpêkirina herikîna petrolê misoger bike.

Di heman demê de aliyên navneteweyî li çareseriyeke dîplomatîk digerin da ku dawî li şer bînin.