Gelê Wanê li dijî dagirkirina şaredariyê serî hilda

Piştî dagirkirina Şaredariya Bajarê Mezin a bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê, xelkê bajar li tevahiya kolanan serî hilda û hêrsa xwe nîşan dide.

Gelê Wanê li dijî dagirkirina şaredariyê serî hilda
15 sibat, 2025   15:36
WAN

Desthilatdariya AKP’yê Tirkiyeyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di destê DEM Partî de ye, dagir kir û Hevşaredar Abdullah Zeydan ji erkê girt. Bi rojan bû ku gele wanê li dijî biryarê li pêşiya avahiya şaredariyê di çalakiyê debû. 

Polîsên dewleta Tirk îro (15 Sibat) di saetên berbanga sibehê de bi ser avahiya şaredariyê de girtin û gelek kesên di nava wan de rojnamevan jî hene, binçav kirin.

Li ser vê yekê gelê Wanê li tevahiya kolên bajaran dest bi çalakiyan kir.

 Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenter, hevşaredar û gelek kesên hatin Qada Beşyolê xwestin meşê li dar bixin. Polîsan dor li girseyê girtin û destûr nedan meş bê lidarxistin. Di vê navberê de polîsan êrişî girseyê kirin û gelek kes derb kirin. Li ser vê yekê gelê li derdorê jî bi çepikan û dirûşman dest bi meşê kirin.

Rageşiya li ser Cadeya Cumhuriyetê didome û gelek kes hatin binçavkirin.

 DIKAN NEHATIN VEKIRIN

Protesteyên ku li ser Cadeya Cumhuriyetê dest pê kirin, li kuçe û kolanên bajar belav bûn. Çalakiyên li taxan jî berdewam in. Stûnên ceyranê yên li Kolana Hunerê, Cadeya Mereşê û gelek noqteyên din hatin wergerandin û gel ji konteynirên gilêşî ji xwe re berîqet çêkir. Tevahiya esnafên li navenda bajar derabeyên dikanên xwe girtin û pevçûnên piştî êrişên polîsan dest pê kirin li tevahiya kolanan belav bûne.

 Gulistan Kiliç Koçyîgît û gelek kesên pê re jî li ser Cadeya Cumhuriyetê dest bi meşê kirin. Gel jî bi çepik û dirûşman piştgirî da meşê.