Fikarên Îsraîlî yên derbarê desthilata Şamê û tirsa nakokiyên mezhebî Sûriyeyê

Çend kiryarên desthilata nû li Şamê fikarên Îsraîlê zêde kirin, bi taybetî derbarê serbestberdana endamên Hamasê. Li aliyekî din binpêkirin û tawanên berdewam li Sûriyeyê tirsa nakokiyên mezhebî li welat zêde dike. li li ser sînorê Israîlî û Misrê jî alozî berdewam in.

Fikarên Îsraîlî yên derbarê desthilata Şamê û tirsa nakokiyên mezhebî Sûriyeyê
2 nîsan, 2025   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên vê sibê behsa têkiliyên Şamê û Îsraîlê, binpêkirin û tawanên mezhebî yên berdewam û aloziya di navbera Îsraîl û Misrê de kirin.

SERBESTBERDANA ENDAMÊN HAMASÊ FIKARÊN ÎSRAÎLÊ YÊN DERBARÊ DESTHILATA SÛRIYEYÊ DE ZÊDETIR DIKE

Rojnameya El Ereb derbarê têkiliyên Şamê û Îsraîlê nivîsî: "Îsraîl bi fikar li tevgera Şamê ya ji serbestberdana hemû endamên Hemasê yên ku ji aliyê rayedarên berê yên Sûriyeyê ve hatine girtin, dinere, û wê yekê wekî 'nîşanek nedostanî' dibîne û fikarên wê zîde dike. Ji dema ku Heyet Tehrîr El Şam hatiye serdesthilatdarê , piştî ruxandina rejîma Beşar El Esed di 8`ê kanûna sala derbasbûyî de, rayedarên Îrsaîlê fikarên xwe tînin ziman, bi taybet der barê paşxaneya cîhadî ya Heyet Tehrîr El Şam. "

KIRYARA LI BANIYASÊ TIRSA NOKOKIYA MEZHEBÎ LI SÛRIYEYÊ ZÊDE DIKE

Rojnameya El Erebî El Cedîd der barê mijarê nivîsî: "Sûcê li Baniyasê yê parêzgeha Tertûsê li Peravên Sûriyeyê, ku 6 sivîl li wir hatin kuştin, di nav wan de muxtarê gundekî li gundewarên bajêr bû, bû sedema pêleke berfereh ahêrsê û şermezarkirina di nav Sûriyeyiyan de, bi taybetî jî ji ber ku li dijî sivîlan û ji ber sedemên mezhebî pêk hat.

Kiryara Banyasê tirsa binpêkirinan dîse zîde kir, ku berê ehemê dîse kiryarên kuştinê yên li ser bingeha mezhebî li parêzgehên Laziqiyê, Hema û Tertûsê pêk hatin, ji hêla çekdar û komên girêdayî wezareta berveaniyê ve. "

FIKARÊN ÎSRAÎLÎ YÊN LI SER "BINESAZIYA LEŞKERÎ" YA MISRÊ LI SÎNAYÊ... ÇARENÛSA PEYMANA AŞTIYÊ ÇI YE?

Rojnameya El şerq El Ewset der barê mijarê nivîsî: "Hebûna leşkerî ya Misrê li Sînayê, tirsa Israîlî ji zêdebûna aloziyan di navbera her du aliyan de ji ber "Şerê Gazayê" zêde dike. Raportên medyaya Israîlê  diyar kirin ku Hikûmeta Israîlê ji Qahîra û Waşintonê xwestiye ku "BINESAZIYA LEŞKERÎ"  leşkerî ya Misrê li Sînayê betal bike. Pisporan destnîşan kirin ku Misir peymana aştiyê ya bi Îsraîlê re binpê nake, her tevgerên Misirê wekî "  bersiveke li dijî binpêkirinên Îsraîlê ye. "

(k)