Di êrişa Emerîkayê li Hudeydeyê 4 kes hatin kuştin

Hêzên asmanî yên Emerîkayê îro dîse êrişên hewayî bi ser çend baregehên Husiyan ên li bajarokê Mensur ser bi parêzgeha Hudeyde ya Yemenê pêkanî û di encamê de 4 kes hatin kuştin.

Di êrişa Emerîkayê li Hudeydeyê 4 kes hatin kuştin
2 nîsan, 2025   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Erebî têkildarî êrişên herî dawî yên ser Husiyên Yemenê, agahiyên nû belav kir. Hate diyarkirin ku îro danê sibehê Hêzên asmanî yên Emerîkayê carek din êrişên hewayî bi ser çend baregehên Husiyan ên li bajarokê Mensur ser bi parêzgeha Hudeyde pêk anî.

Hate ragihandin ku di encama êrişan de 4 kes hatin kuştin.

Li gorî rayedarên Emerîkayê, hêzên wan di nava çend rojên borî de 200 êriş li ser Hûsiyan pêk anîne.