Fikarên dewletên Kendavê û rageşiya li başûrê Lubnanê di medyaya erebî de

Fikarên dewletên Kendavê li ser bandorên lihevkirinên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de zêde dibin, di heman demê de rageşî li başûrê Lubnanê dewam dike.

Fikarên dewletên Kendavê û rageşiya li başûrê Lubnanê di medyaya erebî de
22 nîsan, 2026   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro li ser zêdebûna fikarên dewletên Kendavê, rageşiya berdewam a li başûrê Lubnanê û pirsên li ser rola Neteweyên Yekbûyî nivîsî.

FIKARÊN LI SER BANDORÊN LIHEVKIRINA DYA Û ÎRANÊ

Rojnameya El Ereb a li Londonê hişyarî da ku fikarên li welatên Kendavê yên li ser dan û standinên berdewam ên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de zêde dibin, ew ditirsin ku ew dan û standin bibin sedema çareseriyeke ku li ser aramkirina herikîna enerjiyê bi rêya Tengava Hurmuzê, li ser hesabê fikarên ewlehiya herêmî.

Rojnameyê destnîşan kir ku dibe ku dan û standin bi dosyaya nukleerî û asta dewlemendkirina uranyumê ve sînordar bin û mijarên wekî bernameya mûşekan û bandora Tehranê li herêmê bêyî baldariyek cidî bihêlin.

Rojnameyê diyar kir ku ev nêzîkatî dikare rastiyeke nû derxe ku desthilateke mezintir a Îranê li ser yek ji damarên enerjiyê yên herî girîng ên cîhanê çêke.

BAŞÛRÊ LUBNANÊ DI NAVBERA "XETA ZER" Û NIŞTECIHBÛNÊ DE: ŞEREKÎ LI SER NEXŞEYAN

Rojnameya Lubnanê El Exbar behsa pêşketinên li başûrê Lubnanê kir û bal kişand ser "Xeta Zer" ku artêşa Îsraîlê wek herêmeke ku dirêjî axa Lubnanê dibe, ragihand.

Rojnameyê diyar kir ku ev tevger ji aliyê leşkerî derbas dibe, hewldanek e ku rastiyeke nû ya erdnîgarî û demografîk ferz bike, bi rêya koçberkirina niştecihan ji dehan gundan û pêşîgirtina vegera wan û wêrankirina binesaziyê.

Rojnameyê pirsên li ser vê yekê derxistin holê bê ka gelo ev destpêkek ji bo qonaxeke niştecihbûnê ye yan tenê tedbîreke taktîk?

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DI NAVA KIRÎZAN DE YE

Rojnameya El Xelîc li ser rola Neteweyên Yekbûyî di nav pevçûnên cîhanê yên zêde de nivîsî. Rojameyê diyar kir ku şerên dubare sînorên hêza wê ya ferzkirina çareseriyan aşkera kirin, bi taybet ji ber ku biryarên Konseya Ewlehiyê ji ber bikaranîna vetoyê tên betalkirin.

Rojnameyê diyar kir ku rêxistin di warê mirovî de roleke girîng dilîze, bi rêya peydakirina alîkariyê û birêvebirina hewldanên navbeynkariyê û destnîşan kir ku bandora wê hîn jî bi îradeya hêzên mezin ve girêdayî ye. Rojnameyê diyar kir ku pêdiviya NY`yê bi reformên bingehîn ên ji bo baştirkirina hêza wê ya mijûlbûna bi krîzên dijwar re heye.

(k)