Li dijî serdana Erdogan a Almanyayê banga xwepêşandanan

Komeleyên civaka sivîl ên Almanyayê bang kir ku li dijî serdana serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan a ji Almanyayê re xwepêşandanan li dar bixin.

Li dijî serdana Erdogan a Almanyayê banga xwepêşandanan
17 mijdar, 2023   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan, li gel topbaran û bombebaranên artêşa wî li dijî gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê, her wiha sûcên desthilata wî yên girtina rojnameger û siyasetmedarên Kurd li Bakurê Kurdistanê, serdana Almanyayê dike.

Li hember serdana Erdogan a Almanyayê ku çaverê ye îro pêk bê, komeleyên sivîl û kesayetên civakî bang kir ku li dijî vê serdanê li pêş Qesra Bellevue xwepêşandanan li dar bixin.

(fr)