Fermandarê Artêşa Pakistanê û Eraqçî hevdîtin kir

Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr û Wezîrê Karên Derve yê Îran Ebas Eraqçî hewldanên aramkirin û bidawîkirina rageşiya di navbera Îran û DYA'yê de nîqaş kirin.

Fermandarê Artêşa Pakistanê û Eraqçî hevdîtin kir
23 gulan, 2026   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îranê îro ragihand ku Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr duh li Tehranê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re hevdîtin kir.

Li gorî agahiyan, Munîr û Eraqçî di hevdîtina heya saetên derengî şevê dewam kir de tevgerên diplomatik ên bi armanca bidawîkirina şer gotûbêj kirin.

Ev serdan di çarçoveya hewldanên Pakistanê de pêk hat ku wekî navbeynekar hewl dide şerê di navbera Îran û DYA'yê de bi dawî bike.

(bb)