Li Çînê di kaneke komirê de teqîn: 82 kes mirin

Li bakurê Çînê di hundirê kaneke komirê de teqîn çêbû. Li gorî agahiyan heya niha 82 kes mirine û lêgerîna li binê enqazan dewam dike.

Li Çînê di kaneke komirê de teqîn: 82 kes mirin
23 gulan, 2026   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî li kantona Shanxi ya bakurê Çînê di kana komirê ya ''Liuchinyu'' de teqînek çêbû.

Hate diyarkirin ku di encama teqînê de heya niha 82 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes di binê erdê de asê mane.

Li gorî agahiyên der barê sedema teqînê de, asta karbonmonoksîtê di hundirê kaniyê de gelekî bilind bûye, ev jî bû sedema xirabûna rewşa hejmarek karkerên di bin erdê de. Serokê Çînê Xi Jinping ji bo rizgarkirina kesên birîndar û asê mane û ji bo û lêkolînkirina sedemên bûyerê banga xurtkirina hewldanan kir.

Ajansa nûçeyan a Xinhua ya Çînê ragihand ku sedema teqînê tê lêkolînkirin û xebatên rizgarkirinê kesên asê mane di şert û mercên dijwar de berdewam dikin.

(bb)