Artêşa Îsraîlê bendek danî û gundek topbaran kir

Artêşa Îsraîlê li xaçerêya Seyda Colan a Quneytîrayê bendek leşkerî danî û derdora gundê Terenca yê bakurê jî topbaran kir.

Artêşa Îsraîlê bendek danî û gundek topbaran kir
23 gulan, 2026   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li başûrê Sûriyeyê liv û tevgerên hêzên Îsraîlê dewam dikin. 

Di vê çarçoveyê de hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê vê sibehê bendek li xaçerêya Seyda Colan a gundewarên başûrê Quneytîrayê danî.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane nûçegihanê me, hêzên Îsraîlê derdora gundê Terenca  yê bakurê Quneytîrayê jî bi obîsan topbaran kir. Agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.

(bb)