Erkdarkirina biyaniyan di artêşa Sûriyeyê de rojeva rojnameyên erebî de ye

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de cih da biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku hejmareke efserên biyanî di nava artêşê de erkdar kirin. Hate gotin, Ehmed El Şerii (El Colanî) hewl dide wan koman û serkirdeyên wan vehewîne da ku ew paşê li dijî wî dernekevin. Rojnameyan bal kişandin ser pêwîstiya parastina mozaîka Sûriyeyê û destpêkirina diyalogeke civakî û nivîsandina makzagoneke nîştimanî ya nû ku mafên her kesî diparêze.

Erkdarkirina biyaniyan di artêşa Sûriyeyê de rojeva rojnameyên erebî de ye
31 kanûn, 2024   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişandin ser biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, ku hejmarek ji efserên biyanî di nava artêşê de erkdar kirin.

 RÊVEBERIYA NÛ YA SÛRIYEYÊ DIXWAZE CÎHADIYÊN BIYANÎ BIXE NAVA ARTÊŞÊ

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişande ser erkdarkirina endamên berê yên rêxistinên çekdar weke efserên artêşa ku dê piştî rûxandina rejîma Beşar Esed were avakirin, nivîs. Li gorî rojnameyê, "Pisporê komên cîhadî û karûbarên Sûriyeyê Eymen Temîmî diyar kir ku di nav wan kesên ku navên wan hatine binavkirin de 3 kesên biyanî ji  Uygurî, Urdunî û Tirk hene.”

Di dewama nivîsê de hate diyarkirin ku "Çavdêr di wê baweriyê de ne ku El Colanî hewl dide van koman û serokên wan bihewîne da ku piştre li dijî wî dernekevin û wan bike ku di saziyên nû yên dewletê de bêne helandin.”

Di nivîsê de îşaret bi kesayetê bi navê Ebû Husên El Urdûnî hate kirin û hate gotin "Generalekî cîhadî ye di şoreşa Sûriyeyê de li Emmanê pirsa wî tê kirin."

Li ser heman mijarê rojnameya El Quds El Erebî jî wiha nivîsî: “Tişta ku di erkdarkirina kesê bi navê Ebû Husên El Urdunî de xuya dike, ew e ku selefî û cîhadiyên Urdunî xwedî pareke bibandor in. Lê heta niha hayê kesî ji badora ewlehî û siyasî ya vê tiştên tune ye, ne jî hayê.”

PARASTINA MOZAÎKA SÛRIYEYÊ

Rojnameya El Şerq El Ewset amaje bi wê yekê dike ku “mozaîka etnîkî ya Sûriyeyê ji Ereb, Tirkmen, Ermenî û Kurdan û ji mezhebên Sunnî û Şîe, Xiristiyan û Durzî, pêk tê. Piraniya nifûsa Sûriyeyê misilmanên sunnî ne. Rêjeya wan ji sedî 74 derbas dibe. Rêjeya mezheba Elewî ya duyemîn ji sedî 12 ê Sûriyeyê pêk tîne. Mezheba sêyemîn Xiristiyan e ku ji sedî 10 e . Her wiha rêjeya Durziyan li Sûriyê ji sedî 3 ye.”

Rojnameyê bal kişand ser çareseriyê jî û diyar kir ku "Çareserî di destpêkirina diyalogeke civakî de û nivîsandina makzagoneke nîştimanî ya nû pêkan e ku mafên her kesî diparêze, mafê hemwelatîbûnê ji bo her kesî bê cudahiya mezheb û nijadî û bêyî cudahiya piranî û kêmneteweyan misoger bike.”

(k)