Jinên ji Helebê: Êrişên dewleta Tirk nikarin vîna gelê bi hêzên xwe re bişikîne

Jinan ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştgiriya şervanên li eniyên şer kir û got gelê hevgirtî zilmê napejirîne û serî ji kesekî re natewîne û dê nehêle dagirker planên xwe pêk bînin.

Jinên ji Helebê: Êrişên dewleta Tirk nikarin vîna gelê bi hêzên xwe re bişikîne
31 kanûn, 2024   11:30
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Piştgiriya ji bo berxwedana şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker, roj bi roj zêde dibe. 

Suheyle Elîko êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got: "Me bi berxwedanê xwe bi hêz kiriye, em nahêlin dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê herêmên me dagir bikin. Em bi hêzên xwe re ne û dê planên dagirkeran têk bibin."

Suheyleyê destnîşan kir ku ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi hezaran koçberên li kampên Şehbayê yên piştî êrişên 2018`an koçber bûbûn, careke din koçber bûn. Suheyleyê got sûcên dagirkeran rûreşiyeke li dijî mirovahiyê ye.

Suheyleyê wiha domand: "Ev sûcên han nikarin yekitiya me têk bibin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û teqez serkeftinê bi dest bixin. Em zulmê û dagirkeriyê napejirînin û serî ji dijminan re natewînin."

Sewsen Mihemed jî got şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê bi gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne û got: "Ev êriş, vîna gelên hevgirtî û bi hêzên xwe re ne, naşikîne."

Sewsenê ev li gotinên xwe zêde kir: "Têkoşîna me bilind e. Em bi hêzên xwe û cesareta wan bawer in ku dikarin êrişên dagirkeriyê û qirkirinê têk bibin. Sala 2016`an şêniyên her du taxan li hember êrişan li ber xwe dan. Teqez serkeftin dê para me be."

Heyfa Hisên jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê şermezar kirin û got: "Em dev ji berxwedanê bernadin. Berxwedan, bersiva herî guncaw a êrişan e."

Heyfayê di dawiyê de got: "Em ê moralê bidin hêzên xwe. Ew zarokên me ne. Ne pêkan e ku em dev ji nirx, rêgez û destkefiyên şehîdên xwe berdin, em ê tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin."

(şx/k)

ANHA