Êrişên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê: 5 kuştî

Di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 5 kes hatin kuştin û hin kes birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê 50 baregehên Hizbullahê bê bandor kirin.

Êrişên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê: 5 kuştî
2 gulan, 2026   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Lubnanê, artêşa Îsraîlê li herêma Tifahê malek bombebaran kir. Di encamê de 3 kes hatin kuştin. Ajansê da zanîn ku di êrişa li ser rêya bajarokê Kefer Decal ê başûrê Lubanê ya li ser erebeyekê de 2 kesên din hatin kuştin.

Hate zanîn ku deverên Kefera, Nebetiye, Mifêdûn, Zûtira Rojhilat, Zûtira Rojava, Yehmer Şiqêf, Sedîqeyn, Semaiye, Şiqêtiye û Ebayê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatin bombebarankirin.

Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê duh endamên Hizbullahê yên ku li nêzî baregehên wê yên li başûrê Lubnanê tev digeriyan, kirin hedef.

Di daxuyaniya artêşê de hate diyarkirin ku zêdetirî 50 baregehên Hizbullahê hatin bêbandorkirin.

(bb)