Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku di Nîsana îsal de 8 kes hatin revandin û bi çekan bi ser malan de hate girtin. Rêxistinê diyar kir ku kesên li malên niştecihên resen bi cih bûne, bêyî standina pereyan qebûl nakin ji malên wan derkevin.

Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
2 gulan, 2026   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Miroivan a Efrîn-Sûriyeyê duh rapora binpêkirinên meha Nîsanê yên li Efrînê weşand.

Rêxistinê ragihand ku di Nîsanê de li Efrînê 8 kes ji aliyê komên girêdayî dewleta Tirk ve yên di Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, hatin revandin.

Di raporê de hate diyarkirin ku bavek û kurekî wî li Cindirêsê di çemê Efrînê de xeniqîn, li gundewarên Efrînê jî ciwanek ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest.

Li gorî heman rêxistinê, komên çekdar ên nenas ser malan de girtiye û talan kirine.

Rêxistinê her wiha destnîşan kir ku "Tevî ku nêzî hezar û 400 malbat vegeriyan Efrînê jî, lê kesên di malên wan de hatine bicihkirin ji malên wan dernakevin, beramberî derketina ji malên wan pere dixwazin."

Rêxistinê îşaret pê kir ku performansa rêveberiya herêmê lawaz e û nikare li hemberî kesên ku biryaran binpê dikin tedbîran bigire.

(bb)