Erebistana Siûdî û DYAˊyê peyman îmze kir

Erebistana Siûdî û DYAˊyê der barê enerjiya nukleerî de peymana hevbeş a demdirêj îmze kir.

Erebistana Siûdî û DYAˊyê peyman îmze kir
19 mijdar, 2025   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) duh li Koşka Spî di warê enerjiya nukleerî ya sivîl de û parastina stratejî ku kargehên ewlehiyê yên her du welatan xurt dike, peyman îmze kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û  Weliyê Ehdê Erebistana Siûdî mîr Mihemed Bin Selman li Koşka Spî peyman îmze kirin. Hat diyarkirin ku îmzekirina peymana parastinê kûrahiya têkiliyên dîrokî di navbera her du aliyan û şiyana wan a xebata hevbeş ji bo rûbirûbûna zehmetiyên herêmî û navneteweyî de nîşan dide, li kêlek wê jî asta amadekariya leşkerî bilind dike û kapasîteyên hevbeş ên parastinê bi pêş dixe.

Di daxuyaniya Koşka Spî de hat diyarkirin ku danezana hevbeş a nukleerî çarçoveyek yasayî ji bo hevkariya demdirêj a bi milyaran dolaran datîne. Ev yek di çarçoveya pabendbûna bi rêzikên peymana ku çekên nukleerî belav nebin de û projeyên nukleerî yên sivîl li hundirê Siûdiyê bi pêş bikevin, pêk tê.

Serokê Amerîkayê firotina balafirên şer ên F-35ˊan ji bo Siûdiyê erê kir. Ev gav berfirehkirina hevkariya parastinê, pêşxistina pergalên çekan û entegrasyona leşkerî di navbera her du welatan de nîşan dide.

(fr)