Eraqçî: Li gel me derfeteke dîrokî ya gihaştina lihevkirinê heye

Wezîrê Derve yê Îranê beriya gera nû ya danûstandinan diyar kir ku derfeteke dîrokî heye ku di navbera Îran û Amerîkayê de lihevkirineke bêhempa pêk bê.

Eraqçî: Li gel me derfeteke dîrokî ya gihaştina lihevkirinê heye
24 sibat, 2026   22:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî beriya gera nû ya danûstandinan bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re ya roja pêncşemê, ragihand ku "derfetek dîrokî" heye ku di navbera her du aliyan de "lihevkirineke bêhempa" were kirin.

Eraqçî li ser platforma Xˊê nivîsand ku: "Derfeteke dîrokî li gel wan heye ku bigihîjin lihevkirineke bêhempa ku fikarên hevpar ji holê rake û berjewendiyên hevbeş bi cih bîne",  her wiha anî ziman ku "eger pêşîniyê bidin dîplomasiyê lihevkirineke di destê me de ye."

Ebas Eraqçî destnîşan kir ku Tehran ji bo gera bê amadekariyan bi biryardariyeke ku di zûtirîn dem de peymaneke dadperwer û wekhev pêk bîne, dike.

(ac/fr)

ANHA