Eraqçî gihaşt Pakistanê

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi armanca dan û standinan gihaşt Îslamabadê.

Eraqçî gihaşt Pakistanê
25 nîsan, 2026   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî duh êvarî gihaşt paytexta Pakistan Îslamabadê

Ev serdan di çarçoveya hewldana dîtina derfetên aramkirinê û jinûve vegerandina kanalên peywendiyan tê kirin.

Li gorî çavkaniyan, Ebas Eraqçî tevî şandeyeke diplomatîk ji aliyê wezîrê karên derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar û fermandarê artêşê Asim Munîr ve hat pêşwazîkirin. 

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, Îran amadekariyan dike ku pêşniyarek pêşkêş bike ku armanca wê bicîhanîna daxwazên Washingtonê ye. Her wiha anî ziman ku wî hîn hûrguliyên vê pêşniyarê nedîtiye.

Trump diyar kir ku DYA'yê bi aliyên berpirsiyar re di nava peywendiyan de ye. Lê  Tehranê ragihand ku tu planeke ji bo hevdîtineke rasterast ligel rayedarên Amerîkayê re tune ne û piştrast kir ku ew ê di vê serdanê de helwestên xwe ji aliyê Pakistanî re ragihîne.

(bb)