‘Entegrekirina Heşdî Şabiyê di Hezîranê de dest pê dike’

Komkirina çekan û tevlêkirina Heşdî Şabiyê di nav dewletê de li Iraqê bûye rojeveke sereke. Tê gotin ku pêvajoya tevlêkirina Heşdî Şabiyê dê di destpêka meha Hezîranê de dest pê bike.

‘Entegrekirina Heşdî Şabiyê di Hezîranê de dest pê dike’
23 gulan, 2026   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Dosyaya ‘komkirina çekan di destê dewletê de’ bûye ceribandineke diyarker ji bo hikumeta serokwezîrê nû yê Iraqê Elî Zeydî. 

Li gorî çavkaniyên ajansa Rojnewsê, Elî Zeydî ji bo vê plana ewlehiyê pişta xwe dide piştgiriya siyasî û olî ya berfireh, bi taybet Muqteda Sedr û Elî Sîstanî. Muqteda Sedr pêşniyar kiriye ku komên Heşdî Şabiyê di nav saziyên xizmetguzarî û xwebexş de bên avakirin. Ev yek ji bo parastina Iraqê ji cezayên aborî û metirsiyên derve ku ji ber hebûna çekên li derveyî desthilata dewletê derdikeve, tê dîtin.

Tevî vê piştgiriya berfireh, komên wekî ‘Nuceba’ û ‘Ketîbeyên Hizbullah’ bi tundî li dijî van gavan in û komkirina çekan wek ‘xeta sor’ dibînin. Hikumet jî ji bo kêmkirina rageşiyê û ceribandina bertekên şîeyan, fikra ‘avakirin an damezirandina Wezareta Ewlehiya Federal’ pêşkêş kiriye ku bertekên destpêkê di nav endamên Heşdî Şabiyê de nîşaneyên erênî dane xuyakirin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar Sebah Numan ragihand ku komkirina çekan ‘stratejiyeke ewlehiyê ya neçar e’ û ne tenê dirûşmeke siyasî ye. Numan hişyarî da ku her kesê destê wî di êrişên li ser Erebistana Siûdî û Îmaratê de hebe, wekî binpêkirina ewlehiya neteweyî tê hesibandin û dê rûbirûyî lêpirsîna qanûnî ya tund bibe.

Li gorî nûçeya Rojnewsê tê payîn gavên pratîk ên komkirina çekan û tevlêkirina çekdarên Heşdî Şabî di nav saziyên ewlehiyê de, di destpêka meha Hezîranê de dest pê bikin.