Li Rûsyayê 2 kes birîndar bûn, depoyeke petrolê şewitî

Balafirên bêmirov ên Ukraynayê li bajarê Novorossiysk ê Rûsyayê li depoyeke petrolê  xist. 2 kes birîndar bûn û zirarên madî çêbûn.

Li Rûsyayê 2 kes birîndar bûn, depoyeke petrolê şewitî
23 gulan, 2026   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredarê bajarê Novorossiyskê Andrei Kravchenko agahî li ser Telegramê parve kirin û ragihand ku ketina bermahiyên dronên Ukraynayê bûye sedema şewatekê di depoya petrolê de û gelek avahiyên teknîk û îdarî şewitîn. Her wiha ragihand ku di bûyerê de 2 kes birîndar bûne.

Depoya petoroê ya Novorossiyskê yek ji girîngtirîn tesîsên hinardekirina sotemeniyê ya Rûsyayê ye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan di saetên şevê de 348 dronên Ukraynayê  bê bandor kirine.

(bb)