Enqere ji Londonê daxwaza parastina El Şeri dike, li Îranê nîşaneyên parçebûna navxweyî nîn in

Çavdêran diyar kirk u Tirkiye dixwaze hebûneke rojavayî li Şamê bi cih bike da ku herêmeke tampon di navbera dezgehên îstîxbaratê yên Tirkiye û Îsraîlê de ava bike. Hîn jî nîşaneyên teqez ên pirsgirêkên navxweyî li Îranê tune ne ku rê li ber hilweşîneke bilez veke. Bangên serokê DYA’yê Donald Trump ji Kurdan re ku êrişî Îranê bikin, pêşketineke berbiçav di pêvajoya şerê berdewam ê li herêmê de ye.

Enqere ji Londonê daxwaza parastina El Şeri dike, li Îranê nîşaneyên parçebûna navxweyî nîn in
7 adar, 2026   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de rewşa ewlehî ya Sûriyeyê, şerê li Îranê û bandorên wê yên li ser Yemenê û rola Kurdan nirxandin.

‘RAPORÊN ROJAVAYÎ TIRKIYEYÊ DIXIN ŞERMÊ: ENQERE JI LONDONÊ DIXWAZE EL ŞERA BIPARÊZE’

Têkildarî Sûriyeyê, rojnameya El Ereb ku agahiyên xwe dispêre 5 çavkaniyan, diyar kir ku îstîxbarata Tirk meha borî ji Londonê xwest ku di parastina serokê hikumeta demkî yê Sûriyeyê de ku di dema dawîn de hewla kuştina wî hatibû kirin, roleke mezintir bilîze.

Hate gotin, Tirkiye ev agahî red kir û ev nirxandin hat kirin: “Çavkaniyeke din a îstîxbarata rojavayî ku ji mijarê agahdar e, got Tirkiye dixwaze hebûneke rojavayî li Şamê bi cih bike da ku herêmeke tampon di navbera îstîxbarata Tirkiyeyê û Îsraîlê de çêke ku niha dijminatiya wan dikin."

'ÎRAN DI NAVBERA BERXWEDANA DI BIN AGIR DE Û ŞERÊ ROJA PIŞTÎ DE'

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê şerê li dijî Îranê de wiha nivîsand: "Çend roj piştî şer, pirsa herî girîng êdî ne rêjeya windahiyên Îranê ye, lê belê gelo Washington û Tel Avîv dikarin serdestiya leşkerî veguherînin hilweşîna siyasî li Îranê? Êrişên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê bandoreke kûr li ser rêveberî û binesaziya leşkerî kiriye. Zêdetirî 2 hezar cih di hundirê Îranê de kirine hedef. Washington behsa wêrankirina beşeke mezin a şiyanên deryayî û tesîsên mûşekan ên Îranê kiriye. Her wiha qala qonaxeke siberojê kiriye ku li ser hilweşandina kapasîteya hilberîna mûşekan di demeke dirêjtir de ye. Lê tevî vê bombebaranê jî nîşanên dawîn ên parçebûneke navxweyî tune ne ku rê li ber hilweşîneke bilez veke.”

Di dewama nirxandinê de hate gotin: “Ev paradoksa rewşa niha ya Îranê ye. Wisa xuya nake ku rejîm dikare ji hêla leşkerî ve li dijî dijminekî ku di hêza hewayî û teknolojiyê de serdest e, rewşê biguherîne, lê ew wek hêzeke têkçûyî tev nagere ku amadekariya bilindkirina ala spî dike. Lê nirxandinên rojavayî û erebî yên ku di 2 rojên borî de hatine ragihandin, nîşan didin ku tevî bi berfirehkirina êrişên li ser Tehranê, saziyên dewletê û ajansên ewlehiya navxweyî jî, lê avaniya hikumetê hîn jî bi nisbetî hevgirtî ye û kontrola ewlehiyê ya di hundirê welêt de hilneweşiyaye. Ji ber vê yekê, xuya dike ku Tehran ne li ser serketinê, lê hewl dide rê li ber dijberên xwe bigire ku serdestiya xwe ya leşkerî veguherînin serkeftineke siyasî ya bilez."

'ENIYA YEMENÊ LÊKOLÎNA GENGAZIYA REWŞA ŞERÊ ÎRAN-ÎSRAÎLÊ DIKE'

Der barê êrişên Îsraîl-DYA'yê yên li ser ser Tehranê û bandorên wê yên li ser Yemenê de, rojnameya Independent Arabia koma Hûsiyan wek kaxeza leşkerî ya herî dawîn di destê Îranê de bi nav kir. Hate diyarkirin ku Tehran di mîsyona kêmkirina zextên domdar de gelek caran xwe dispêre Hûsiyan.

Li gorî rojnameyê, piştî kuştina rêberê bilind Elî Xamineyî û sembolên din ên Îranê, beriya wî jî kuştina rêveberên komên eniya bexwedanê ya girêdayî Îranê, koma yemenî hîn jî ya herî guncaw dimîne ku dikare di rojên pêş de roleke leşkerî ya çalak bilîze, da ku bandorek girîng li ser hevkêşeya astengkirina Îranê çêkin.”

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku li gorî agahiyan, Hûsî amadekariyên leşkerî û bicihkirina qaîdeyên mûşek û dronan li nêzî Deryaya Sor dikin.

'KARTA KURDAN DIKEVE NAV HESABÊN ŞERÊ DYA-ÎSRAÎLÊ YÊ LI DIJÎ ÎRANÊ'

Rojnameya El Ereb jî behsa “rola pêşbînkirî ya hêzên Kurd a li Îranê” kir û wiha nivîsand: “Daxwaza Donald Trump ji komên Kurd ên Îranê yên li bakurê Iraqê ku êrişî Îranê bikin, pêşketineke balkêş di şerê berdewam ê li herêmê de ye. Ev yek derî li ber îhtîmala derketina eniyeke nû ya li ser sînorê rojavayê Îranê vedike. Dibe ku ev yek nakokiya heyî zêdetir bike û wê veguherîne pevçûneke pir-enî ku ji çarçoveya kevneşopî ya pevçûna di navbera Tehran, Tel Avîv û Washingtonê de derbas dibe."

Li gorî rojnameyê; "daxwaza ji aliyê Trump ve tê kirin girîng e, sedema vê girîngiyê jî xwezaya erdnîgarî û siyasî ya herêmên Kurdan ên li ser sînorê Îran-Iraqê ye. Ev herêm demeke dirêj bû ku ji bo çend komên Kurdan ên muxalifên Tehranê bûbûn qadeke çalek. Herêma Kurdistana Iraqê ya nîv-xweser ev qad wek bingeheke lojîstîk û siyasî bi kar tînin. Her çend ev kom bi salan e di asteke sînorkirî de dixebitin jî, lê eger piştgirî ji wan re were dayîn an jî hêzên navneteweyî şewqa kesk bidin wan, şerê berdewam dikare ji wan re derfetekê pêşkêş bike ku rola xwe ya leşkerî berfireh bikin. Lê îhtîmala serhildaneke berfireh a Kurdan di nav Îranê de ne diyar e. Komên Kurdên Îranê bi salan e ji ber çavkaniyên sînorkirî û dabeşbûnên siyasî êşê dikişînin. Her wiha bandora wan di nava civaka Kurd a Îranê de ne yekgirtî ye. Ji ber vê yekê, şiyana wan a vekirina eniyeke leşkerî ya bibandor li dijî dewleta Îranê, girêdayî asta piştgiriya derve ye."

(bb)