Endamên partiyên siyasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmze dan

Endamên partiyên siyasî yên navçeya Til Hemîs a kantona Cizîrê, di kampanyaya komkirina îmzeyan de ku 9’ê Sibatê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, îmzeyên xwe dan.

Endamên partiyên siyasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmze dan
Endamên partiyên siyasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmze dan
20 sibat, 2024   15:44
QAMIŞLO

Di roja duyemîn de komîteyên xwebexş ên ji bo komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatine destnîşankirin, di çarçoveya kampanyayê de li navçeya Til Hemîsê xebatên komkirina îmzeyan didomînin.

Îro jî rêveber û endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Partiya Muhafazakaran îmzeyên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan dan.

Li gorî berpirsên komkirina îmzeyan ên li navçeyê, tê payîn li Til Hemîsê 100 hezar îmze bên komkirin.