Endama Akademiya Jineolojiyê: Tundî hebe, civakeke azad ava nabe

Endama Akademiya Jineolojiyê Alya Osman tundî bi îstîsmarkirin û kolekirina bi armanca ferzkirina serdestiya zayendekê li ser zayendeke din pênase kir û diyar kir ku bi tundiya li ser jinan civakeke azad û hevseng ava nabe.

Endama Akademiya Jineolojiyê: Tundî hebe, civakeke azad ava nabe
19 mijdar, 2025   03:30
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Endama Akademiya Jineolojiyê Alya Osman têkildarî tundiya li ser jinan ji ajansa me re axivî.

Alya Osman bi bîr xist ku ku dîroka tundiya li dijî jinan vedigere 15 hezar sal berê û bal kişand ser şopên koletiyê li devera şûnwarî ya Xerabreşkê ya bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê. Alya Osman got: "Dîroka Xerabreşkê zêdetirî 7500 sal e. Bi kêmanî 20 perestgehên kevnar lê hene. Heta niha 6 ji wan hatine keşifkirin û UNESCO’yê ew xistine Lîsteya Mîrata Cîhanê."

Alya Osman destnîşan kir ku jiyana li Rojhilata Navîn li ser bingeha tundî û koletiyê hatiye avakirin û bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan di nameya xwe ya dawîn a ji bo jineolojiyê de diyar dike ku ew ji 4 çînên ku nasnameya tundiyê li ser wan hatiye damezirandin pêk tên, wekî jinên qesrê û cariyeyên ku bê mûçe dixebitin an jî nasnameya wan bi cih ve girêdayî ye û ji aliyê mêran ve tên îstismarkirin.

Alyayê îşaret pê kir ku di nêrîna "Xwedayê serdema navîn” de bi nêrîneke biçûk li jinan dihat nihêrandin û asta wê hat kêmkirin û wekî diyarî yan jî metayê dihat bikaranîn û olan jî ev yek rewa nîşan dida.

Alyayê anî ziman ku koletî yek ji cureyên tundiyê ye û ev nirxandin kir: "Koletî îstismarkirina ji bo avakirina desthilata bavikslar bû. Paşê veguherî desthilata giştî û şoreşek li dijî şoreşa jinan, bi hişmendiya di civakê de dest pê kir ku zayendek hewl dide zayendek din kole bike. Her şoreşek jinan li derveyî çarçoveya ku ji aliyê hişmendiya desthilatdar ve hatî xêzkirin, an jî her redkirina van amûran, jinê xelet an sûcdar dibîne ku tê şopandin."

Alya Osman diyar kir ku têgeha "cariye" an ku kole ku tê kirîn û firotin, hîn jî bi awayên cuda wekî qelen dewam dike û got civak ji çanda ku tundiya li ser jinan rewa dike, xilas nebûye.

Alya gotina Rêber Abdullah Ocalan ku dibje "Jin bi hincetên tiştên pîroz tên qetilkiirin" bi bîr xist û bal kişand ser rê û resmên şewitandina jinan piştî wefata hevjînên wan, li hin civakên Hindistanê an binaxkirina zarokên keçîn, qetilkirina jinên ku hevjînê xwe ji dest dane û got ev cureyên tundiyê heya roja me ya îro dewam dikin.

Alyayê anî ziman ku eger mêr hebe, jin bê nasname tê dîtin û rola wê di civakê de nine, bi vî awayekî jin dibe ayîdê mêr û ev yek cûreyeke nerasterast a tundiya li dijî jinan e.

Alyayê diyar kir ku tundî bi demê re pêş ket û bi awayên nerasterast bi ol û baweriyan ve hat girêdan û got di civakê de rewşeke bi vî rengî pêş xistin ku li dijî jinan beşek xwezayî ya jiyanê ye û bi vî rengî ev yek kir beşek ji nasnameya civakê.

Alya Osman di dewama axaftina de îşaret bi vê yekê kir ku civakên tundiyê li dijî jinan dikin, bertek nîşanî wê nadin, lew ra ji ber ku ew bûye beşek ji nasnameya civakê û ya jinan bi xwe û got: "Ji jinan re her tim tê gotin ku divê tehemûl bikin, sebir bikin û malbatên xwe wekî yekîneya herî piçûk a civakê biparêzin."

Alyayê da zanîn ku desthilat olê di "polîtîzekirina hestan" de bi kar tînin da ku tundiya li dijî jinan rewa bikin û pêş bixin.

Endama Akademiya Jineolojiyê Alya Osman bal kişand ku jin jî tundiyê li dijî hev din dimeşînin û got, di kahîneyên li perestgehên kevnar çandek desthilatdariya baviksalar di civakê de belav dikirin. Her wiha da zanîn ku nakokiya di navbera pergala desthilatdar û yên dixwazin xwe îsbat bikin û azadiyê dixwazin bû sedema derketina cureyek nû ya tundiyê, di nava jinan bi xwe de be, çi jî di navbera mêran de be.

Alya destnîşan kir ku tundiya di nav civakê de xwedî hişmendî û mekanîzmayên piştgirîyê ye, ku carinan ji hêla qanûn û ol ve tê xurt kirin. Di demên din de, ew tevgerek takekesî ye ku bêyî rêgirtina li pêşiya wan vediguhere diyardeyek civakî.

Alya Osman diyar kir ku helwesteke hevpar an jinan an hişyareke giştî be dikarin hêdî hêdî nêzîkatiyên tund kêm bikin.

PERWERDEYA CIVAKÎ Û ROLA WÊ DI PÊŞXISTINA TUNDIYÊ DE

Alyayê di berdewamiya axaftina xwe de got, malbat ku saziya yekemîn a civakê ye, roleke sereke di pêşxistina tundiya li ser jinan de dilîze û wiha şîrove kir: "Malbat feraseta bavikslar û hişmendiya desthilatdar a ku bi rêya medya û hunerê pêş dikeve vediguhêze. Mînaka vê yekê hin rêzefîlm in ku cudekariya li hemberî jinan pêş dixe û wan ji mafên wan bêpar dihêle.”

Alya Osman hişyarkirina civakê di aliyê exlaqî, civakî û olî de û bikaranîna hunerê wek amûreke rewşenbîriyê wekî rêbaza herî girîng a têkoşîna li dijî tundiyê pênase kir.

JINEOLOJÎ Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ

Alyayê da zanîn jineolojî rolekê di ronîkirina civakê de dilîze û wiha pê de çû: "Jineolojî dîroka jinan şîrove dike û armanc dike ku hişmendiya baviksalar ji holê bê rakirin. Her wiha hişmendiyek civakî ava dike ku rê dide her kesî çi jin be an mêr be li ber tundiyê bigirin û pratîkên kevneşopî derbas bikin."

Alya Osman bal kişand ser girîngiya perwerde û semînerên li ser tevahî cureyên tundiyê û diyar kir ku di van semîneran de sedem û encamên tundiyê û rêbazên berxwedana jinan a li hemberî feraseta bavikslar a serdest tên nîşankirin.

Alya behsa gundê jinan Jinwarê kir û got: "Jinwar nimûneya jiyana azad e. Li vî gundî şopên berxwedana jinan a li hemberî tundiyê xuya ne. Li vî gundî bi çanda xwe azad dijîn. Ev jî yek ji sedemên derketina jineolojî ye ku hewl dide bersiva kiryarên mejiyê mêrê serdest ê li dijî jinan bide û  îradeyeke azad a jinan di nava malbat û civakê de ava bike."

Endama Akademiya Jineolojiyê Alya Osman di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku şaristanî û demokrasî di sedsala 21’an de dê li dora jinên ku ji bo azadiya xwe tê dikoşin were birêxistinkirin û got hebûna jineke ku tundî li ser wê tê meşandin li ber avakirina civakeke azad digire.

(bb)

ANHA