Li Efrînê zeytûn tên talankirin û mal û milk tên dizîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi dehan ton zeytûn talan kirin, bi ser malan de girtin û êriş pêk anîn.

Li Efrînê zeytûn tên talankirin û mal û milk tên dizîn
19 mijdar, 2025   02:35
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Bi destpêka berhevkirina berhemên darên zeytûnan re, çeteyên dewleta Tirk a dagirker û kesên li Efrînê hatin bicihkirin talankirin û êrişên li dijî şêniyan dewam dikin.

LI RACO, BILBILÊ Û ŞERAYÊ TALANKIRINA ZEYTÛNAN

Li bajarê Raco, çeteyan berhema 100 daran a şêniyên bi navê Emîn Reşîd û 200 daran a malbata Bilal Bilal li gundê Etmana dizîn.

Li gundê Şêx Bilal, çeteyan nêzîkî 150 çiwan (13.5 ton) zeytûnên çend malbatên ku li benda pejirandina "Komîteya Aborî" bûn, dizîn.

Li bajarokê Bilbilê, niştecihan berhema 50 darên Mistefa Ehmed Memûş û 60 darên a Mihemed Îsa Memûş li gundê Kotana dizîn.

Şêniyê bi navê Nîhad Midor Omer, ji gundê Bêlê, diyar ku 2 çeteyên ji "Ofîsa Aborî", yên bi navê "Ebû Bekir" û "Ebû Xalid" têne nasîn, 250 çiwal (22 ton) berhema 900 darên li nêzî gundê Derwîş dizîn, tevî ku wî kaxezên xwe radestî "Komîteya Aborî" kiribû û li benda pejirandinê bû.

Kesê bi navê Heyder Beac, serokê koma çete ya bi navê "Firqeya 9an" a girdayî Tirkiyeyê, rê neda şêniyê bi navê Ehmed Sîdo Elî ku berhema 100 daran li nêzîkî gundê Dîkê berev bike, bi hênceta ku wî berê ew firotiye.

Her wiha berhema 300 daran a Farûq Huseyîn li gundê Sarincekê yê navçeya Şeran jî hate talankirin, tevî ku wî destûra fermî ya çinîna wan wergirtibû.

Gundên Bêlê, Qizilbaş, Derwîş, Alçiya, Diraqliya, Sariya, Zeytûnak, Omer Simo, Heftar, Şêxhûrzê û Ebûdan  yên navçeyên Şera û Bilbilê, rastî talanên berfireh ên çeteyan hatin. Çeteyan komên karkeran çêkirin da ku berhema bi dehan zeviyên şêniyên Efrîn desteser bikin.

Zeviyên hatine talankirin ev in:

Hezar darên Fayiq Ehmed Şêx Îsmaîl Zade.

200  darên malbata Enwer Mihemed Şêx Îsmaîl Zade li gundê Zeytûnak.

SERDEGIRTIN Û DIZÎYA MALEKÊ LI BILBILÊ

Şeva 10`ê Mijdarê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker, digel niştecihan, girtin ser mala parêzerê bi navê Bayram a li gundê Kîlê, dema ku ew ne li mal bûn. Çeteyan deriyê malê, pencere, deriyên odeyan, mobîlyayên odeya rûniştinê, televîzyonek û tiştên din talan kirin, û bi kamyonekê tiştên dizî birin.

LI NÊZÎ MEYDANKÊ ŞÊNIYEK DI GULEBARANÊ DE BIRÎNDAR BÛ

Li ser rêya gundê Meydankê, çekdarên nenas hewl dan dikana sererastkirina erebeya yê şêniyê bi navê Mehmûd Şukrî Mihemed (50 salî), ku bi navê "Xoca" tê nasîn, vekin û bidizin. Xoce û kurê xwe ku li dikanê razayê bû bi wan heseiyan, dema ku diz hatin eşkerekirin gule berdan û di encamê de Mihemed Şikrî birîndar bû.

(k)