‘Komîsyon ji mîsyona xwe direve’

Endamên Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku komîsyona li parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin ji erkên xwe yên bingehîn direve û ev yek jî hewldanên avakirina bawerî û têkiliya dîrokî têk dibin.

‘Komîsyon ji mîsyona xwe direve’
19 mijdar, 2025   04:40
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Endamên şaxa Helebê ya Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkildarî komîsyona ku ji aliyê parlamentoya Tirkiyeyê ve hatiye avakirin ji ajansa me re axivîn. 

Endamê însiyatîfê Heyder Reşîd anî ziman ku banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan kiriye û bersivdayînê bangê ji aliyê PKK’ê ve ya ku agirbest ragihand û hêzên xwe ji hundirê sînorê Tirkiye ber bi Başûrê Kurdistanê ve vekişand bandoreke mezin li Rojhilata Navîn çêkir û nîşaneyên pêvajoya siyasî guhertin.

Reşîd diyar kir ku gavên Rêber Abdullah Ocala û PKK’ê avêtine, Tirkiye li pêşberî biryar û derfeteke çarenûsî dihêle û got, paşguhkirina vê derfetê dibe ku Tirkiye li pêşberî xetereyeke mezin rû bi rû bihêle.

Heyder Reşîd destnîşan kir ku eger Enqere bixwaze helwesta xwe li hemberî pirsgirêka Kurd biguhere divê sozên xwe bi cih bîne û di serî de Rêber Abdullah Ocalan serbest berde û mafên Kurdan nas bike.

Reşîd bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan di 37 salan de hewl da aştî pêk were, lê dewleta Tirk ji berpirsyariyên xwe direviya û bi rêya paşguhkirina mafên gelê Kurd hewldanên wî asteng dikirin.

Reşîd di berdewama axafina xwe de destnîşan kir ku pêvajoya heyî ji yên berê hestiyartir e û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Ji Tirkiye tê xwestin ku gavên rasteqîn li gorî banga Rêber Abdullah Ocalan bavêje. Biryar di destê Tirkiye de ye an şerekî nû gûr bike an jî bi rêya nûkirina destûrê û mîsogerkirina mafên Kurdan,  ji nû ve baweriyê bi Kurdan re ava bike."

Heyder Reşîd anî ziman ku nêzîkatiyên Tirkiye yên der barê banga Rêber Abdullah Ocalan de sînorê xîtaban û hemahengiya siyasî derbas nake, lê bi xwediyê bangê bi xwe re dan û standinan nake. Reşîd diyar kir ku nêzîkatiyên Tirkiye gumanan li ser niyetên wê yên li hemberî pêvajoyê çêdikin.

Endamê însiyatîfê Heyder Reşîd anî ziman ku eger Komîsyona Piştevaniya Neteweyî û Xuşik û Biratiya Demokratîk rasterast dan û standinan bi Rêber Abdullah Ocalan re neke, dê pêvajo bixetime û derfeta guhertin û veguhertina siyasî ji holê rabe.

’BÊYÎ ÇÛNA ÎMRALIYÊ ÇARESERÎ TUNE YE’

Endamê însiyatîfê Îdrîs Şêxo jî pesnê rola Rêber Abdullah Ocalan di kêmkirina şeran û bangên wî yên domdar ên ji bo aştiyê da û got: "Rewşa siyasî ya Tirkiye û herêmê li ser Enqereyê ferz dike ku bersiva banga Rêbertî bide. Eger bangê paşguh bike, dibe ku Tirkiye li hemberî gefên mezin re rû bi rû bimîne, nexasim ku guhertin di nexşerêya Rojhilata Navîn de têne kirin."

Idrîs Şêxo anî ziman ji bilî çûyîna Îmraliyê û guhdarkirina Rêber Abdullah Ocalan tu çareserî li pêşiya Tirkiyeyê tune ye.

Şêxo îşaret pê kir ku Tirkiyeyê tu bersiveke cidî û rasteqîn li hemberî banga Rêber Abdullah Ocalan nedaye û bi bîr xist ku gavên Tirkiye avêtine, di çarçoveya daxuyaniyên nerast de sînordar in. Armanca wê ew e ku demê qezenc bike.

Şêxo berevajîkirina têgînan ji aliyê dewleta Tirk ve rexne kir û da zanîn ku Tirkiye Banga Aştî û Civaka Demokraîtk bi "Tirkiyeya bêteror" bi nav dike.

Idrîs Şêxo da zanîn ku komîsyonê heya niha mîsyonên xwe yên bingehîn bi cih neaniye û got, komîsyonê hîna serdana Îmraliyê nekiriye, lê tenê daxuyaniyan ji bo derbaskirina demê dide, ev yek jî dê encamên erênî neynin.

(bb)

ANHA