‘Em ê heta rizgariya Efrînê li ser rêya şehîdan bimeşin’

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê di salvegera 10’emîn a demezirandina Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê de daxuyaniyek da û diyar kir ku dê heta rizgariya Efrînê li ser rêya şehîdan bimeşin.

‘Em ê heta rizgariya Efrînê li ser rêya şehîdan bimeşin’
29 ÇILE, 2024   13:28
ŞEHBA

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek di salvegera 10'emîn a demezirandina Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê de li Kampa Serdem da. Daxuyanî ji hêla endama meclisa kantona Efrîn û Şehbayê Necî Selemê bi zimanê erebî û bi zimanê kurdî jî endama meclisa kantona Efrîn û Şehba Rizgar Lolo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Gelê me salvegera dehemîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Efrînê û ya ku bi rêya hewldan û israra xwe hebûna xwe ya civakî û bidestxistina azadiya xwe pêk anîn, bi bîr tîne. Her wiha krîza li Sûriyeyê li hember berxwedana şoreşa me nabe bend."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Efrîn bûbû cihê herî ewle yê jiyanê. Lê belê dewleta Tirk ewlehiya li Efrînê kir armac. Dewleta Tirk êrişî Efrînê kir, xwest projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, lê gelê Efrînê dest ji berxwedana xwe berneda.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ev êrişên li ser Efrînê vîna gelê Efrînê û rêveberiyê têk nebir. Bi rihê Berxwedana Serdemê dewam kir û heya vê kêliyê berxwedana me didome.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li Kantona Efrîn û Şehbayê salvegera dehemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser li Efrînê li gelê xwe, şehîdên xwe û rêber Apo pîroz dikin û ya ku di şert û mercên koçberiyê yên Şehbayê de berfireh bû û dewam kir. Her wiha em banga xwe li gelê xwe yê li Efrîn û Şehbayê dikin ku zêdetir di projeya xwe ya siyasî, exlaqî û civakî ya Rêveberiya Xweser de bi rêya xwebirêxistinkirin, xweperwerdekirin, xweparastin, şerê gelê şoreşgerî û bilindkirina asta têkoşînê de israr bikin û heya rizgarkirina Efrînê û herêmên Şehbayê yên dagirkirî têkoşîn û berxwedanê bikin da ku vegera ewle û birûmet misoger bikin."

(zş)

ANHA