Siyasetmedaran xwestin hesab jî qatilên şehîd Sîpan were pirsîn

Siyasetmedaran got, divê rê neyê dayîn ku şehîdxistina Sîpan Hiznî ji bo derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de û astengkirina peymana 29‘ê Çileyê were bikarnaîn. Siyasetmedaran xwestin qatilên şehîd Sîpan li gorî qanûnê werin muhasebekirin.

Siyasetmedaran xwestin hesab jî qatilên şehîd Sîpan were pirsîn
15 îlon, 2026   07:55
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Siyasetmedar Mihemed Eşref û Farûq Tozo der barê qetilkirina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan Hiznî (Samî Şêxmûs Hiso) û hewldanên ku ev sûc ji bo derxistina fitneyan were bikaranîn de nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Mihemed Eşref da zanîn ku hin alî  naxwazin peymana 29‘ê Çileyê bighêje serî û got: "Wekî tê zanîn piştî peymana di navbera QSD û hikumeta veguhêz de, di her pêşketinekê de ku li herêmê çêdibe, tevlihevî jî derdikevin. Hinek alî ku ji peymanê nerazî ne û li hemberî wê disekinin bi rêya planên hundir û derve hewl didin asteng bikin. Evana sûdê ji berdewama şeran digirin."

Eşref destnîşan kir ku şehîxistina Sîpan jî yek ji encamên vê planê bû û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Di encama hewldanên domdar ên astengkirina peymanê de me dît çawa destê bêbextan dirêjî şervan Sîpan kir. Sîpan parastina tevahî pêkhateyên herêmê dikir û li dijî çeteyên DAIŞ‘ê şer. Ew kesanan bandor mezin a şehîd Sîpan dizanîn lew ra bi vî rêbazî wî şehîd kir da ku fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de çêkin û peymana 29‘ê Çileyê asteng bikin."

Mihemed Eşref got, divê pêkhateyên herêmê di vê qonaxê de baldar bin û li hemberî bûyerên ku rû dan helwestekê nîşan bide. Her wiha banga hesabpirsîna ji qatilên şehîd Sîpan kir.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD‘ê Farûq Tozo jî got "Şêwazê wehşiyetê yê şehîdxistina şervan Sîpan her kesî şok kir. Sîpan bi exlaqê xwe dihat nasîn û parastina tevahî pêkhateyan dikir. Tişta ku bûyî tu têkiliya wê bi rakirina tolê nîn e, lê hewldanek ji bo gûrkirina fitne û komployan li dijî herêmê ye."

Tozo di dewama axaftina xwe de bal kişand ser biryara wezareta perwerde û fêrkirinê ya der barê sînordarkirina zimanê kurdî li dibistanan û çalakiyên rekirina vê biryarê de û got: "Kurdên herêmê li dijî biryara wezareta perwerdeyê ya sînordarkirina dersên zimanê kurdî li dibistanan xwepêşandanên berfireh li dar xistin, komploya li dijî Sîpan derxist da ku pusuleya daxwazên Kurdan bidin guhertin."

Tozo bang li hikumeta veguhêz kir ku li gorî qanûnê hesab ji qatilên şehîd Sîpan bixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî "Em di qonaxeke nû de ne, ji her kesî tê xwestin ku berpirsyariyên xwe li hemberî peymana 29‘ê Çileyê bi cih bînin. Hinek li dijî peymanê derdikevin û sûdê ji şeran digirin, lew ra hewl didin fitneyan di nava pêkhateyan de derbixin. Em bang li şêniyên herêmê dikin ku mafê xwe yê zimanê kurdî ji bîr nekin û daxwaza wê bikin. Tolê ranekirin, lê li gorî qanûnê daxwaza pêkanîna edaletê ji bo Sîpan bikin."

(bb)

ANHA