DYAˊyê cezayên nû li ser tora fînansekirina DAIŞˊê birîn

DYAˊyê, bi tohmeta fînansekirina DAIŞˊê û hêsankirina veguhastina pereyan jê re bi rêya torên ji Ewropa û Rojhilata Navîn heta bi rojavayê Afrîkayê, ceza li ser 3 kes û 6 şîrketan birîn.

DYAˊyê cezayên nû li ser tora fînansekirina DAIŞˊê birîn
23 hezîran, 2026   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), bi tohmeta hêsankirina danûstandinên derayî yên DAIŞˊê duh cezayên nû li ser 3 kes û 6 şîrketan birîn. Washingtonê wesif kir ku ev gav di çarçoveya zexta berdewam ji bo jevxistina torên derayî yên DAIŞˊê li ser asta cîhanê de pêk tê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ku li ser Xˊê weşandin de diyar kir ku "sazî û kesên hedefgirtî li Ewropa, Rojhilata Navîn û Afrîkaya Rojava dixebitin, veguhestina pereyan bi rêya sînoran bo DAIŞˊê hêsan dikin." Wezaretê destnîşan kir ku "tora wan ji Fransa û Sûriyeyê heta Tirkiye û Nîjeryayê dirêj dibe."

Wezareta Derve da zanîn ku "Di lîsteyê de alîkarek li Fransayê heye ku agahî li ser bikaranîna teqemeniyan ji hêla alîgirên DAIŞˊê ve daye, karkerek li Sûriyeyê ku krîptopereyan (pereyên şîrferkirî) bi kar tîne da ku pereyan li çend welatan, di nav de DYA, veguhezîne û alîkarek li Nîjeryayê ku şîrketên danûstandinê wekî kanalên fînansekirinê xizmet kirine, vedihewîne."

Li gorî cezayan, "Di çarçoveya hewldanên Washingtonê yên qutkirina xetên piştgiriya derayî ya cîhanê de mal û milkên kesên ku di lîsteyê de ne tên cemidandin."

Wezaretê da zanîn ku ew ê hemû amûrên dîplomasî û qanûnî ji bo hesabpirsîna rêxistina DAIŞˊê û alîgirên wê li ku derê dibin bila bibin û fînansekirina wan çi dibin bila bibin, bi kar bîne.

(fr)