DYA’yê bang li Colanî kir ku di zûtirîn demê de hilbijartin bên lidarxistin

DYA’yê bersiva daxuyaniyên serokê Heyet Tehrîr El Şam Ehmed El Şerî (Colanî) yên der barê pêvajoya derbasbûna siyasî de da û xwest ev guhertin di demeke nêzîk te pêk bê.

DYA’yê bang li Colanî kir ku di zûtirîn demê de hilbijartin bên lidarxistin
31 kanûn, 2024   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di daxuyaniyekê de ji rojnameya The National re ragihand ku Washington hêvî dike ku hilbijartinên Sûriyeyê yên “azad û dadmend” û bi awayekî zelal û berfireh pêk bên û got: “Em hêvîdar in ku ev şert û merc bi qasî ku pêkan be, di zûtirîn demê de pêk werin.”

Her wiha diyar kir ku Washington hêvî dike ku Sûriyeyeke "li gorî ruhê biryara 2254’an a Konseya Ewlehiyê” were avakirin.

Her wiha got: “Em dixwazin Sûriyeyeke berfireh bibînin ku rêzê ji mafên mirovan û azadiyên bingehîn ên hemû sûriyeyiyan re bigire, tevî jin û kêmneteweyan.”

Ehmed El Şerî gotibû ku hilbijartin berî 4 salan nayên kirin û dibe ku amadekirina destûra nû 3 salan dirêj bike. Washington bi hişyarî nêzî hikumeta demkî ya Sûriyeyê tev digere û hîna jî Heyet Tehrîr El Şam wek komeke terorîst bi nav dike.

(k)