Fransayê li Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê çalakî pêk anîn

Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê ragihand ku hêzên wan ên hewayî li Sûriyeyê çeperên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin.

Fransayê li Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê çalakî pêk anîn
31 kanûn, 2024   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Hêzên Çekdar ê Fransayê Sebastien Lecornu ragihand ku hêzên hewayî yên Fransayê li Sûriyeyê baregehên çeteyên DAIŞ'ê bombebaran kirine.

Lecorno daxuyand: “Operasyon roja yekşemê di çarçoveya xebatên berdewam ên ji bo şopandina endamên rêxistina terorîst a DAIŞˈê û bihêzkirina ewlehiyê li herêmê de pêk hat."

Lecorno ragihand ku dê hevkariyê bi hevalbendên xwe yên navneteweyî re bidomîne da ku hilweşandina torên terorîstî yên ku ewlekariya cîhanî dixin metirsiyê, mîsoger bikin.

(bb)